Îrema 6 salî ji bin kavilan hate derxistin 2023-02-11 16:34:12   HATAY - Îrem a 6 salî ji bin kavilên avahiyên li Hatayê hilweşiyan sax hate xelaskirin. Cenazeyê bapîrê wê yê ew parast jî hate derxistin.    Li Hataya ku erdhejê bandoreke giran lê kir, xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên ji bo welatiyên di bin kavilan de ne berdewam dikin. Îrem a 6 salî ji bin kavila Apartmana Bolur a li Taxa Sarimazi ya navçeya Belenê di encama hewldanên demdirêj de bi saxî hate xelaskirin.    Tîmên rizgarkirin û xelaskirinê yên diyar kirin ku Îrem a di roja 6’an de ji bin kavil hate derxistin ji ber bapîrê wê ew parastiye sax maye, pişt re cenazeyê bapîrê Îremê derxistin.