Xelkê Semsûrê bi dilxwazan re birînên xwe dipêçin 2023-02-11 16:18:35 SEMSÛR - Xelkê Semsûrê ku hêviya xwe ji îktidarê û saziyên dewletê qut kirin, bi dilxwazên erdhejê re birînên xwe dipêçin û konan vedidin û cihê hêwirînê çêdikin.    Li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser kavilên hilweşiyayî dereng dest pê kir. Hê jî bi qasî tê xwestin alîkariya mirovî negihîştiye Semsûrê. Li Semsûra ku alîkarî dereng gihîştiyê û xebatên lêgerînê giran tê kirin, welatiyan hêviya xwe ji îktidarê û saziyên dewletê birî û birînên xwe bi xwe dipêçin. Welatiyên li kolanan mane bi alîkariya dilxwazên ji bajarên derve hatine konan vedidin û cihê hêwirînê çêdikin.    'DEWLET KONAN NADE ME’   Ji mexdûrên erdhejê Kadriye Çelîk a li ber mala xwe kon vedaye diyar kir ku wan piştevaniya pêwîst negirtiye û wiha got: “Ji bo em kon bigirin, me serî li saziyên fermî da lê belê tevî ku 6 roj derbas bûn jî hê jî nedane me. Konên ku dewlet dide, nagihîjin me. Me hêviya xwe birî. Dilxwazên ku hatin vir, konek dan me û niha jî em vedidin.”   MA / Omer Akin