Mexdûrên erdhejê: Heke dewlet ji navberê derkeve dê gel hev bigire û rabe ser pêyan 2023-02-11 16:18:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê. Di serdanê de mexdûrên erdhejê wiha got: “Bila dewlet ji navberê derkeve, gel dizane dê çawa rabe ser pêyan. Heke dewlet xwe ji navberê vekişîne dê gel hev bigire û tevî her tiştî rabe ser pêyan.”    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û şandeya pê re ku ji parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Saît Dede û Behçet Yildirim di nav de bûn, li Semsûrê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Welatiyên li Cemxaneya Yenîmahalleyê û bajaroka Yaylakonakê şande pêşwazî kirin û tiştên bi serê wan hatin vegotin. Welatiyan xwestin ku dewlet xwe ji herêmên wan vekişîne.    Dîmenên serdanê ji hêla dilxwazên Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ve hatin parvekirin. Di dîmenan de welatî wiha dibêjin: “Tu tiştek tune ye. Bila dewlet ji navberê derkeve, gel dizane dê çawa rabe ser pêyan. Heke dewlet xwe ji navberê vekişîne dê gel hev bigire û tevî her tiştekî rabe ser pêyan. Alîkariyan dibin hinek herêman. Lê li herêma tu tiştekî belav nakin. Xizmên me, hevalên me yên di bin kavilan de hene. Tîmên rizgarkirinê yên li vê derê bi qasî ji dest tê dixebitin. Tam dema derdixînin, AFAD tê cihê kavilan û bêyî ku fêdî bikin jê re dibêjin ‘hûn xwe bidin paş em ê ber kamerayan wêne bikişînin.’ Mirov jixwe dipirse gelo tiştekî ji vê kambaxtir heye? Lê dikin. Mirov ji mirovahiya xwe şerm dike. Ev gel guneh e. Heke dewlet xwe ji navberê bide paş, em ê xizmên xwe kom bikin. Bila mal biçe. Şikir ku hevalên me li vir bi şev û roj dixebitin. Qeyûm li şaredariyên me tayîn kirin. Heke kesekî rûyê qeyûm dîtibe bila bên ji me re bibêjin. Vaye wekîlên gel li vê derê ne.”    NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDÊ ÇADDEREYÊ    Mexdûrekî din ê erdhejê jî wiha got: “Gundekî me heye ku jê re dibêjin Çaddere. Me nekarî xwe bigihînin wê derê. Ji ber berfê em nikarin dozer û kemçeyê peyda bikin. Nêzî 250-300 avahî li wir hene. Em hewl didin bi derfetên xwe yên biçûk pêş bikevin. Lê ew jî nabe. Em di rewşeke gelek nebaş de e. Gelê herêmê, şaredariyên bajarên mezin û STO bi ruhê seferberiyê li cem me ne. Lê mixabin em tu rayedarên dewletê nabînin. Heta niha jî rewşa gel jê nepirsîne. Ne geriyane û ne jî pirsî ne.”