Rûniştina F: Têkildarî girtîgehên li herêma erdhejê agahiyan bidin 2023-02-11 16:11:36   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, bal kişand ku piştî erdhejê 70 girtîgehên li herêmê di bin rîskeke giran de ne û divê rayedar der barê girtiyan de agahiyan bidin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 568’emîn a “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixin, li ber avahiya komeleya xwe pêk anî.      Di Rûniştina F ku parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tev li bûn de pankartên “Bila girtiyên li girtîgehên herêma erdhejê bên berdan” û “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin vekirin. Daxuyanî ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn xwend.    Acettîn, bi lêv kir ku weke komîsyon li herêma erdhejê 70 girtîgeh tespîtkirine û da zanîn ku bi erdhejê re girtîgeh di bin rîskeke giran de ne.     Acettîn, bi lêv kir ku li bendê ne ku têkildarî tiştên piştî erdhejê li girtîgehan qewimîn wezaret agahiyan parve bike û hin pirsgirêkên piştî erdhejê li girtîgehan çêbûn parve kirin. Acettîn, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ne malbat dikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin ne jî parêzer dikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.  Acettîn anî ziman ku  daxwazên wan parêzer û malbatan ên hevdîtinê jî nayên qebûlkirin û bi lêv kir ku rasterast nikarin xwe bigihînin agahiyan.    Acettîn, da zanîn ku li gorî lîsteya bi dîroka Nîsana 2022’yan li girtîgehên li herêma erdhejê ji 200’an zêdetir girtiyên nexweş ên hatine tespîtkirin hene û got ku dizanin ji van herî kêm rewşa tenduristiyê ya 50 girtiyan giran e.    Acettîn, destnîşan kir ku ji girtiyên nexweşên giran ku gelek caran di Rûniştina F de bal kişandin ser rewşa wan û daxwaza berdana wan kirin Mehmet Emîn Ozkan ê li Amedê, Mehmet Yamaç ê li Akçadag a Meletiyê, Kemal Ozelmali di nav de têkildarî rewşa girtiyên nexweş pirs pêşkeşî rayedaran kirine û li benda bersiva wan pirsane.