Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 2023-02-11 14:51:06   MEREŞ - Di roja şeşemîn a erdhejê de welatî li navçeyên Elbîstan û Nûrheqê hêj di bin enkazê de ne.    Tevî ku 6 roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî li navçeyên Elbistan û Nûrheq ên Mereşê hêj mirov di bin kavilan de ne. Heviya welatiyên ku li ser kavilan bi awayekî neçar li benda xizmên xwe disekinin her ku diçe kêm dibe. Tevî ku bi ser erdhejê re evqas wext derbas bû jî ne av ne jî ceyranê nadin navenda Elbistanê. Li Elbistana ku germa hewayê 22 derece di bin sifirê de ye ji bo mirovan hêj jî derfetên stargehan nehatine avakirin.    PIRSGIRÊKA AVÊ BERDEWAM DIKE   Piştî erdhejê 5 rojan il hin noxteyên navçeyê gelek kêm kon hatin vedan. Kon di nav berf, cemed û heriyê hatin vedan û mirov nekarin di wan konan de bijîn. Dîsa li her du navçeyan ji bilî pirsgirêkên stargehan û germkirinê pirsgirêka herî mezin tuwalet û av in. Li navçeya Elbistanê hêj tuwaletek tenê jî nehatiye ava kirin, her wiha hema bêje li tu qadan av nîne. Tenduristvanên dilxwaz yên li navçeyê hişyar kirin ku heke pêdiviya tuwalet û avê neyê pêşwazîkiri wê di rojên pêş de nexweşî derkevin. Li navçeya Nûrheqê jî heman dîmen heye. Mirovên nekarin ji navçeyê derkevin pêdiviya wan a stargehê tam nehatiye pêşwazîkirin û dîsa li wir pirsgirêka ceyran, av û germbûnê nehatiye çareserkirin.    XEBATÊN RAKIRINA KAVILAN BI PÊŞ VE NAÇIN    Li her du navçeyan jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilan bi destê dildaran tê meşandin, heta niha li her du navçeyan çend kes di bin kavilan de ne, çend kesan jiyana xwe ji dest dane û çend kesan koç kiriye nayê zanîn. Li Elbistanê tenê xwe gihandine ji sedî 60’ê kavilan û li Nûrheqê jî têkildarî vê rêjeyê agahî nayên girtin.    CENAZE LI MORGAN TÊN RAWESTANDIN    Li her du navçeyan jî morgên nexweşxaneyan û cemxaneyan tejî bûne. Welatî ji ber astengiyên burokratîk zehmetiyê dikişinin ku xizmên xwe veşêrin. Li her du navçeyên ku pirsgirêk lê zêde dibin welatî ji ber nikarin lê bimînin koç dikin.   MA / Adnan Bîlen