ÎHD: Armanca OHAL’ê bisînorkirina qada civaka sivîl û partiyên siyasî ye 2023-02-11 15:46:33   ÊLIH - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya di çalakiya Xizmên Windakiriyan de axivî û wiha bertek nîşanî ragihandina OHAL’ê da: “Ji bo ku qad xebatê ya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û muxalefeta civakî were bisînorkirin ev biryar hate dayîn.”    Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 567’an a çalakiya “Bila Windakirî Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” de li Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û têkildarî erdheja Bazarcix a Mereşê daxuyanî hate dayîn.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li gorî agahiyên gihiştin ber destê me, di 36 saetên ewil ên erdhejê de tu xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin kirin. Li cihên hatine kirin jî pir kêm in. Hikûmetê hemû raye li navenda xwe kom kirine lewma nekete nava tevgerê û bi ragihandina rewşa krîzê ya di asta 4’emîn de tenê rewş temaşe kir. Ev yek nîşan dide ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî ya rêveberiyê heye. Îktîdara siyasî, berpirsyarê parastina mafê jiyanê ye. Tirkiye erdnîgariya erdhejan e û ji bo vê mewzûat jî hene. Lê di bicihanînê de pirsgirêk û sersariyeke mezin heye. Sedema pêşîlênegirtina vê jî polîtîkaya necezakirinê ye. Kesên berpirsyariya wan di erdhejên 10 salên dawî de de hene, nehatin cezakirin. Sûcên li dijî mafê jiyanê û yên li dijî yekparetiya laşê mirovan teqez divê neyên qebûlkirin.”    Bi domdarî Kaya ev tişt anî ziman: “Rêveberiyên herêmî xistin bin destê qeyûman û vê jî kir ku encamên karesatan hêj girantir bibin. Divê tavilê derbasî rêgeza rêveberiyên herêmî bibin û qanûnên pêwîst bên derxistin. Biryara ragihandina OHAL’ê gavekî pir bêkêr bû. Bi vê yekê dixwazin qadên xebatê yên civaka sivîl, partiyên siyasî û muxalefeta herêmî bisînor bikin. Hewcehî bi OHAL’ê nîne. Divê tavilê bê bidawîkirin.”    Piştî daxuyaniyê jî ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.