Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin 2023-02-11 13:20:33 SEMSÛR- Ji gundê Kalburcu yê Semsûrê dilxwazên erhdejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û diyar kirin ku tu alîkarî negihîştiye gundên Bûlam û Çêlikan û ragihandin cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin.    Ji gundê Kalburcu yê bi ser Semsûrê ve ku xesarek mezin a erdhejê lê çêbûye, dilxwazên erdhejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û ragihandin ku alîkariya gel û a AFAD’ê negihîştiye gundên bajaroka Bulamê û navçeya Çêlikan û cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tên xwarin. Li gundê Kalburcu kesi jiyana xwe ji dest nedaye lê welatî di şert û mercên zor de dijîn û alîkarî ji wan re neçûye. Gundiyên Kalburcuyê û dilxwazên erdhejê ku gihîştin gundên herêma Bûlam û Çêlikan ragihandin ku welatiyên ku ji bin xirbeyan tên derxistin ji sermaye dimirin û cenaze ji aliyê guran ve tên xwarin. Welatiyek ji gundê Kalburcuyê ku ji kamerayê re axivî wiha dibêje: “Kes nikare xwe bigihîne gundên çiya. Rê girtî ne. Kevir û tat ketine ser rê û ji berfê rê hatine girtin. Cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin, guran biriye.”  AFAD BÊYÎ SERLÊDANA FERMÎ NAÇE GUNDAN Gundiyan diyar kir ku ji ber rê girtî ne kes nikare xwe bigihîne gundan û tîmên AFAD’ê xwe negihandine gundan. Li gundan telefon şebekeyên telefonan nakişînin. Hat zanîn ku heta serlêdanek fermî nebe AFAD tîmên xwe naşîne gundan. Dilxwazek erdhejê jî xwe bi peyamek deng gihand ajansa me û wiha dibêje: “Cenazeyên tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin. Mirov di rewşek gelek zor de ne. Gundî bi derfetên xwe kêm xizmên xwe di bin xirbeyan de derdixin. Guran xwe berdaye gundên Bulam û Çêlikan. Gur van cenazeyan dixwin. Welatî ji aliyekî ve cenazeyên xwe ji bin xirbeyên derdixin û ji aliyekî ve jî ji tirsa guran tiştek nakin. Welatî di rewşek mexdûr de ye. Ji kerema xwe alîkariya lezgîn bigihînin gundên Bûlam û Çêlikan. Ji kerema xwe berê tîmên alîkariyê û piştevaniyê bidin gundan. Qet nebe em wan mirovan ji wir derxin.”