Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin 2023-02-11 13:15:49   HATAY - Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê ku girtiyan piştî erdhejê serî rakiribû, 350 girtî hatin sewqkirin. Hat zanîn ku girtiyên siyasî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatin kirin.    Di encama erdheja li Bazarcix a Mereşê de li Hatayê hilweşîneke mezin pêk hat. Xelkê bajar hewl dide birînên xwe derman bike. Piştî erdhejê di 7’ê sibatê de hinek girtî û hikûmxwarên edlî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê serî rakirin. Hat zanîn ku 350 girtî li girtîgehên Amed, Edene, Yozgat, Uşak û Antalyayê hatin sewqkirin.    Girtiyan ji ewil hewl dan firar bikin û piştre jî qawîş şewitandibûn. Di encama mudaxeleya li dijî girtiyan de 12 girtî birîndar bûbûn û ji wan 3’yan jê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bûyer bi saetan domiya û girtî êdî nema dikare bê bikaranîn. Di nav de girtiyên zarok, jin û siyasî jî bi giştî 350 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin.    GIRTIYÊN SIYASÎ ŞANDIN GIRTÎGEHA TÎPA S A ANTALYAYÊ    Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mehtap Sert têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Li girtîgehê serhildan derketibû. Me jî piştî van agahiyan xwest bi girtîgehê re biaxivin. Piştî serhildanê jî girtî hatin sewqkirin. Lê ji ber ku UYAP hatiye girtin, me nekarî xwe bigihînin lîsteyên sewqkirinê. Girtî li girtîgehên Edene, Yozgar, Uşak, Antalya û Amedê hatin sewqkirin. Gelemperiya girtiyên siyasî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatin kirin. Ev agahî jî malbatên wan da me.”    GIRTÎGEH HATE VALAKIRIN    Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê parêzer Mehdî Zana Akkaya jî ev agahî parve kirin: “Em nizanin bê ka girtiyên zarok tev li serhildanê bûne yan na. Her wiha kesek jê hatiye kuştin an jî birîndarkirin haya me jê nîne. Tenê em dizanin ku girtîgeh hatiye valakirin û hemû girtî li girtîgehên cuda hatine sewqkirin. Em nizanin bê ka li ku ne. Agahiyê nadin me. Divê xizmên girtiyan li Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bigerin û jê agahiyan bixwazin.”