Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan 2023-02-11 11:55:51 AMED - Li Amedê hejmara welatiyên ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, gihîşt 281 kesî.    Yek ji bajarên ku erdhejê bandora xwe lê kir jî Amed e. Li Amedê bi tevî qurbanî û birîndarên vê sibehê ji binê xirbeyan derxistin hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 902 kesan. Ji birîndaran 796 kes ji nexweşxaneyan hatin derxistin û tedawiya 105 kesan jî berdewam dike. Ji birîndaran tedawiya 42 kesan li unîteyên nihêrîna awarte didome.    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiya Yoldaş a li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezana Amedê bi dawî bû. Heta niha 57 qurbanî ji binê xirbeyên avahiyê hatin derxistin û 19 kes jî birîndar hatin derxistin. Xebatên rakirina xirbeyên avahiyê dest pê kir û malbatên qurbaniyan ji ber avahiyê rabûn.    Xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya li avahiya Işik a li taxa Şêx Şamil a navçeya Rezanê duh bi dawî bû. Di avahiyê de 42 kesan canê xwe ji dest da û 19 birîndar jê hatin derxistin. Tedawiya birîndaran didome.    Ji bin xirbeyê avahiya Akar (Hîsamî) duh bi şev cenazeyên 8 kesan hatin derxistin. Tê payîn ku îro xebata lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bibe.    Ji bin xirbeyê avahiya Serîn 2 (Cengîzler) a li semta Tesîslera navçeya Rezanê cenazeyê 11 kesan hat derxistin. Li gorî agahiyên nefermî tê gotin 120 kes li avahiyê diman û heta niha jî hejmarek fermî nehatiye gotin çend kes lê diman. AFAD û Walîtiya Amedê jî di mijara amar ango daneyan de xelkê û raya giştî agahdar nake.