Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin 2023-02-11 11:41:19   SEMSÛR - Welatiya bi navê Dîlek Karaca ku ji bo wergirtina cenazeyên xizmên xwe li ser kavilê avahî yê li Taxa Nû ku komên dilxwaz lê xebatan dimeşînin disekine wiha got: “Zarokên min di hundir de ne. Êdî bes e. Cenazeyên me ji wir derxînin.”    Yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde hilweşîn lê çêbûyî jî Semsûr e. Welatiyên ku li ser kavilên avahiyan disekinin, li benda agahiyeke baş in.    Ji bin kavilê A Blok a Sîteya Aşiyan Kent a li Taxa Nû ya Semsûrê neviyekê Dîlek Karaca sax hate derxistin. Lê hêj kurê Karaca yê bi navê Umît, bûka wê Guldan û neviyê wê Ahmet Karaca di bin kavilan de ne. Karaca, got ku kur, bûk û neviyê wê jiyana xwe ji dest dane û xwest ku demek beriya demekî cenazeyên wan bên derxistin.    'ZAROKÊN MIN ÇÛN’   Karaca, diyar kir ku di bin kavilan de hêj gelek kes hene lê xebat nayên kirin. Karaca bertek nîşan da û wiha got: “Ev 3 roj in tu kes nehatiye. Bajarên derdorê xwe gihandin vê derê. Lê ji Semsûrê yek kes jî nehat. Tenê zabiteyeke jî nehat, parlamenterek nehat. Êdî bêhn ketiye cenazeyên me. 3 cenazeyên min hene. Em hewl didin bi saya hewldana van mirovan wan ji wir derxînin. Tu kes nehat, zarokên min li hundir in. Êdî bes e, wan cenazeyan ji wir derxînin. Neviyê min birin Dîlokê, êdî bes e. Neviyê min ji wir sax derket, bav mir, dayik mir, ka ez ê çi bikim. Îskanekî avê jî nedan me.”    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên tîma dilxwazan bi kemçeyekê didome. Li gorî texmînan, gelek kes di bin kavilê avahî de ne.    MA / Ahmet Kanbal