Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest 2023-02-11 11:36:49   SEMSÛR - Walî Mehmûd Çuhadar ê bi gelê ku rayedarên li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nedikirin şermezar kirin re keniya, piştî 3 rojan sersaxî xwest.    Li Semsûra ku erdhej bû sedemê hilweşîneke mezin, di roja duyemîn a erdhejê de gel ji bo rayedarên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nedikirin şermezar bikin ber bi Walitiya Semsûrê ve meşiyan. Waliyê Semsûrê Mahmût Çûhadar ê ji gelê pirsa “alîkarî li ku ye” kir re bi kenê bersiv da, piştî çend rojan derket holê.    Çûhadar ê heta niha têkildarî tiştên qewimî yek daxuyanî jî neda, duh parvekirina Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan tweet kir û xwe da nîşandan. Pişt re Çûhadar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Wargeha Keçan a Saffan Bîn Muattal û Wargeha Keçan a Semsûrê yên li Altinşehîrê deriyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirin. Careke din ji welatiyên me re sersaxiyê û sebrê dixwazim û ji birîndarên me re bilez şifayê dixwazin.”   Her wiha li ser hesaba medyaya dîjîtal a Walîtiya Semsûrê ya bi rojane bêdeng e jî ev peyam hate parvekirin: “Xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên AFAD’ê bi hemû leza xwe didomin. Hemû îxbar bilez tên nirxandin.” Bi dehan welatiyên hem li binê parvekirina walîtiyê hem jî parvekirina Çûhadar şirove kirin bi gotinên “Tu şerim nakî? Tu bi kîjan rû yî li cihê xwe disekinî” bertek nîşan dan.    MA / Ahmet Kanbal