Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin 2023-02-11 11:36:17 ÎZMÎR - Welatiyên ji Mereşê yên li Ewopayê dijîn diyar kirin ku ji bo ew birînên xelkê xwe bûne mexdûrên erdhejê bipêçin seferberiya piştevaniyê û alîkariyê dane destpêkirin û gotin: “Em ê xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajarê xwe ava bikin.”    Ji ber erdeheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, li 11 bajaran rê li ber karesatek mezin vekir. Piştî erdhejê li Kurdistan, Tirkiye û welatên cîhanê gelan seferberiya alîkarî û piştevaniyê da destpêkirin û ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin ketin tevgerê.    Bi hezaran welatiyên ji navçeyên Bazarcixê û Elbistanê yên Mereşê ji ber polîtîkayên dewletê neçar man ku koçberî Ewropayê bibin, bi rêya komeleyên damezrandinê xebata alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê dest pê kirin.    37 komeleyên herêmî yên Mereşê li gelek welatên ewropayê maseya krîzê ava kirin. Xelkê Mereşê ku li Ewropayê dijîn ji roja ewil ve dest bi organîzekirina alîkariyê kirin û alîkariya ku berhev dikin, digihînin mexdûran.    SEFERBERÎ HAT RAGIHANDIN    Rêveberên Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) û Navenda Çandê ya Bazarcix, Elbistan û Mereşê ya Parîsê diyar kirin ku wan ji bo bajarê xwe Mereşê li Ewropayê seferberiyê dane destpêkirin û ji bo hemû pêdiviyên mexdûran dabîn bikin dê xebatên wan alîkariyê demek dirêj berdewam dike.    Nûnerê MARFED’ê Selman Okmen anî ziman ku di roja ewil a erdhejê de li hev kom bûne û komîsyon ava kirine û wiha got: “37 komeleyên mehene. Li welatên wek Îngîltere, Fransa, Swîsre û gelek welatên din ên Ewropayê komeleyên me hene. Me dest bi kampanyek alîkariyê ya berfireh kir. Me ewilî ji bo xurek, kon û amûrên germkirinê alîkarî da destpêkirin. Me heta niha 30 TIR alîkarî daye destpêkirin û me şand herêmên erdhejê. Em dibêjin roj roja xwedî derketinê û piştevaniyê ye.”    ‘EM BI HEV RE TEVBIGERIN’    Okmen da zanîn ku ew dixwazin her kes destekê bide maseya krîzê ku ava kirine û got: “Xelkê me di rewşek zor de ye. Em ê hewl bidin xwe bigihînin hemû gundan û hewcedariyên gelê xwe bi cih bînin. Em neçarin ku bi hev re tevger bikin û heke em ji hev belav bibin wê xelkê me bikeve rewşek zor.”    ‘EM TERKA AXA XWE NEKIN’    Okmen diyar kir ku wê xebatên wan alîkariyê pêvajoyek dirêj berdewam bikin û wiha axivî: “Em naxwazin xelkê me gund û bajarên xwe biterikîne. Bi taybetî hin çavkanî nûçeyan belav dikin û tê gotin, ‘vir terk bikin biçin bajarên cuda’. Divê mirov vê nekin. Me di salên 90’î de gelek zor û zehmetî kişand. Me êşên mezin dîtin. Lewma divê em gund û bajarên xwe vala nehêlin. Hin kes dibêjin ji bo demek derbasdar we bibin cihekî din. Em li pişta we ne, em birçî jî tî jî bimînin, em ê hewl bidin çareyek ji we re bibînin. Em terka welatê xwe nekin. Em biçin li gundên me ku xera nebûne bicih bibin. Gelê me dikare xwe biparêze. Divê ku dostên me yên li Ewropayê jî alîkariya me bike. Wê gelê me vê pêvajoyê jî ji ser xwe biavêje. Tenê em bibin yek.”    ŞANDEYEK JI EWROPA HAT    Serokê Navenda Çandê ya Bazarcix, Elbistan û Mereşê ya Parîsê Robîn Bulun jî anî ziman ku wan maseya krîzê ava kiriye û hewcedarî tespît kirine û şandine herêmê. Bulun da zanîn ku wan ji bo tespîtê şandeyek şandine Bazarcixê û Elbistanê.    DÊ MECLISAN AVA BIKIN    Bulun destnîşan kir ku ew ê li her gundekî meclisan ava bikin û bi rêya meclisan xebatê bikin û wiha got: “Ji bo em bajarên xwe û gundên xwe ji nû ve ava bikin, xebatên pêwîst bikin. Em ê wek xelkê Bazarcix, Mereş û Elbistanê ku li çar aliyê Ewropayê belav bûne wê xebatên me alîkariyê berdewam bikin. Heta ku ji destê me were em ê piştevaniya gelê kurd û Kurdistanê bikin. Roj roja seferberiyê ye. Em xwe bi xwe dikarin birînîn xwe bipêçin. Dewlet alîkariya me kurdên elewî nake û wê neke jî. Divê em li dijî van polîtîkayan bibin yek û em neçarin ku birînên xelkê xwe bipêçin.”   MA / Delal Akyuz