HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir 2023-02-11 10:37:41   ENQERE – HDP’ê li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê BTK’ê kir ku li ser medyaya civakî sepana tengkirina bandê xistibû meriyetê.    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi sedema ku Saziya Teknolojiyên Zanistê (BTK) di roja 3’yemîn a erdhejê de ji bo medyaya civakî sepana tengkirina bandê xistibû meriyetê, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê wê kir. Di daxwaznameya giliyê de hat gotin ku BTK’ê sûcên “Sûcê kuştina bi qesdî bi rêya xemsariyê kiriye”, “Peywira xwe xerab bi kar aniye”, “Astengkirina xebitîna pergala înformatîk” û “Bi rêyên derhiqûqî astengkirina ragihandinê” kiriye.   HDP’ê di daxwaznameyê de got ku ji bo mudaxelekirina kavilan û rizgarkirina kesên di bin kavilan de hemû çavkaniyên ragihandin û veguhestinê divê vekirî bin û wiha got: “Ji kêliya ewil a erdhejê re gelek kesan li ser medyaya civakî û çapemeniyê agahî parve kirin û bi saya vê hatin rizgarkirin. Xuyaye ku di karesatê de înternet û medyaya civakî pir girîng in. Ya ku diviya bihata kirin ew bû ku xwegihandina ragihandin, veguhestin, înternet û torên medyaya civakî bihatina hêsankirin, berfirehkirin. Lê BTK’ê sepana tengkirina bandê xist meriyetê û Qanûna Ceza ya Tirk a bi hejmara 5237 bi awayekî vekirî binpê kir. Em dixwazin ku derheqê mijarê de tavilê lêpirsîn were desptêkirin, sepana tengkirina bandê bê sekinandin û berpirsyar bên cezakirin û doza cemaweriyê lê were vekirin.”