Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne 2023-02-11 10:29:51   ÊLIH - Rêxistinên civaka sivîl, KHK’î û Rêxistina HDP’a Bajar ku piştî erdhejê li Êlihê ketin nava liv û tevgerê, bi tevlibûna sedan kesên dixwaz li herêmên erdhejê tev li xebatan bûn. Heta niha 20 TIR’ên erzaq şandine herêmên erdhejê.    Rêxistina HDP’a Êlihê û gelek rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan bi çêbûna erdhejê re ketin nava liv û tevgerê û li Dîlok, Semsûr, Meletî û Hatayê bi beşdariya sedan kesên dilxwaz tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûn. Di heman demê de heta niha 20 TIR û 2 kamyonên alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re şandine. Eleqeyeke mezin a gelê Êlihê bo kampanyaya alîkariyê heye û heta niha gelek xurek, tilûmên xewê, betaniye, sako, bot, cil û bergên zivistanê yên nehatine bikaranîn, cil û berg, gore, bincil, berstûk, lepik, pateyên zarokan, pedê zarokan, mamayê zarokan, sobeyên ceyranê û fenerên destan hatine berhevkirin. Esnafên bajar jî di nava hewldaneke zêde de ne û kolan bi kolan, tax bi tax amûran kom dikin û bi organîzasyona HDP’a Bajar ji herêmên erdhejê re tên şandin.    130 BIRÎNDAR ANÎN BAJAR    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî alîkariyan li Şaxa Egîtîm Senê kom dike. Platform, hewl dide pêdiviyên weke hewîn û hwd. pêşwazî bike. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê û Hevserokê Şaxa SES a Êlihê Denîz Topkan da zanîn ku xelkê bajar di nava piştevaniyeke mezin de ye û wiha got: “Heta niha 130 birîndarên erdhejê anîne Êlihê. Ev kes li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û li Nexweşxaneya Dinya û Jiyan a Taybet tên tedawîkirin. Rewşa 60 birîndaran giran e. Yên din baş in.”   KHK’Î LI HERÊMA ERDHEJÊ NE   Topkan, destnîşan kri ku demekî kin piştî erdhejê navenda krîzê ava kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Hevalên me yên bi KHK’ê ji kar hatine derxistin, gelê bajar, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi hev re kampanya dan destpêkirin. Ji teknîkerên înşaetê heta xebatkarên tenduristiyê, bi sedan kesên dilxwaz çûn herêma erdhejê. Li vir, li navenda krîzê jî bi sedan kes dixebitin. Me heta niha 17 TIR’ên alîkariyê şandine. Kampanya hêj didome. Pirsgirêka hewînê hem li wir û hem jî li vir heye. Em hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin. Yên ku cihê wan hene bila xwe bigihînin me. Tê payîn ku pêleke koçberiyê ber bi bajarê me ve çêbibe. Me jî li dijî vê maseya krîzê ava kir. Bi sedan kes di bin kavilan de ne û bi milyonan kes mexdûr in. Lewma ev xebatên me dê domdirêj bin. Zextê dikin ku her tişt li ser AFAD’ê bimeşe. Divê ev pirsgirêk bê çaerserkirin. Ruhê piştevaniyê yê bajar pir mezin e.”