Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin 2023-02-11 10:09:50 SEMSÛR - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan diyar kir ku li Semsûrê cenazeyên gelek qurbaniyan bêyî ku were tomarkirin ji aliyê malbatên wan ve tên veşartin.    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan li Semsûrê serdana mexdûrên edhejê kir. Paylan li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek balkêş kir û wiha dibêje, “Li Semsûrê hejmarek cidî ya cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin, bêyî were tomarkirin ji aliyê xizm û malbatan ve tên veşartin. Mixabin hejmara qurbanyan bi ser hejmara ku tê eşkerekirinê re ye.”