Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye 2023-02-11 10:05:59   MELETÎ - Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş ên li Meletiyê serdana gundên ku hilweşiyane kirin dan zanîn ku piştî erdhejê pirsgirêka herî bingehîn ew e ku dewletê amûr û derfetên xwe nexistiye dewrê.    Şandeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêmên erdhejê xebat û serdanên xwe didomînin. HDP ji bo mexdûrên erdhejê xebatek bênavber û seferberî dimeşîne. Yek ji bajarên ku karesta erdhejê lê çêbû jî Meletî, navçe û gundên xwe ne. Tê gotin heta niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li sedî 5’ê bajêr tê kirin. Li navenda bajêr bi sedan avahî hilweşiyane û li gundan jî avahî hilweşiyan e. Li nvçeyên Wêranşar û Argan û navçeyên din ên Meletiyê û her wiha li gundan xesarên mezin çêbûne. Hê jî dewletê li navçeyan û gundan xebatek bi bandor nedaye destpêkirin.     ‘DEWLET LI GUNDAN TUNE YE’    Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş serdana navend û gundên Meletiyê kirin. Her du parlamenter dibêjin ku piştî erdhejê pirsgirêka herî bingehîn ew e ku dewletê derfet û amûrên xwe nexistiye dewrê û hê jî xebatek têrkirî li gundan û navçeyan nehatiye kirin. Parlamenteran destnîşan kir ku li gundan dewlet tune û wezîfeya xwe bi cih neanîye û xelk di rewşek şerpeze de ye. Parlamenteran anî ziman ku îktidara AKP’ê bi organên dewletê re di bin kavilên erdhejê de maye û 20 sal in AKP’ê tu tevdîr ji bo erdhejê û karesatan negirtiye. Parlamenteran da zanîn ku bi pêşengiya HDP’ê heta niha 250 TIR alîkarî gihîştiye herêmên erdhejê û li mexdûran hatiye belavkirin.    ‘HÊRSEK MEZIN LI DIJÎ ÎKTIDARÊ HEYE’    Parlamenteran diyar kir ku ew li gelek gundên navçeyên Wêranşar û Arganê serdana xelkê kirine û xaniyên xelkê hilweşiyane û ji sedî 90’ê malan xesarên giran dîtine û kes nikare bikeve malên xwe. Parlamenteran got îktidara ku di bin karesatê de maye dixwaze bi OHAL’ê û “mizgîniyên” xapînok dixwaze emre xwe dirêj bike û xwe li ser pêya bigire. Parlamenteran da zanîn ku di asta herî jor de nerazîbûn û hêrsek mezin a xelkê li dijî îktidarê heye.    MA / Firat Can Arslan