Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê 2023-02-11 10:05:15   STENBOL - Zekî Tombak ê HDK’î diyar kir ku îktîdarê “dojeha bazara derqanûnî” afirandiye û wiha got: “Feraseteke rêvebirinê ya ku bi tu awayî berpirsyariyê li xwe nagire heye. Îktîdara AKP-MHP’ê ku digot; ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarî 2 rojan xwe bigihînin navçeya Antakyayê.”    Endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê û ji Koordînasyona ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) siyasetmedar-nivîskar Zekî Tombak gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Em di şevekê de ji nişka ve bikevin Sûriyeyê” bi bîr xist û got ku Erdogan ji bo şer gelek dilxwaze lê ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de ma ne nekarî 2 rojan xwe bigihîne Antakyayê.    Zekî Tombak got ku 6 saetan piştî erdhejê borsa hatiye vekirin û bi vê yekê re bihayê çîmento û alavên jiyanî yên bingehîn pir zêde bûne. Tombak, diyar kir ku civak terkî “însaf” û “dilovaniya” piyasayê hatiye kirin û wiha got: “Îktîdara AKP’ê piştgiriya lojîstîkê neşand herêmê. Tam dojeha bazara reş afirandin. Her kes bi qasî ji dest tê her tiştekî biha difiroşe. Mexdûrên erdhejê ji bo xwe germ bikin wesayîtên xwe bi kar tînin lê belê pêdiviya wan bi benzîn û mazotê heye.”    ‘BI ÇAVÊ ERSEYÊ LI AVAHIYÊN HILWEŞIYAYÎ DINIHÊRIN’    Bi domdarî Tombak anî ziman ku dewletê welatiyên di bin kavilan de rizgar nekirine û wiha pê de çû: “Îktîdara AKP-MHP’ê pir hêdî tevgeriyan. Hewl dan pêşî li ber alîkariyên partiyên muxalîf û gel bigirin. TSK piştî 40 saetan çû herêmê. Tu fikarên dewletê yên ji bo mafê jiyanê yê gel nînin. Îktîdara AKP-MHP’ê bi çavê erseyan li avahiyên hilweşiyayî dinihêrin. Li hêla din jî dibêjin dê bi Sûriyeyê aştiyê bikin. Li rexa din dibêjin ‘Em ê Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.’ Anku em bi rejîmeke wisa re rû bi rû ne ku bi çavê înşaetê li her deverê dinêre.”    LI RÛYÊ WELATIYÊ DERDÊ XWE VEDIGOT NENIHÊRT   Di berdewamê de Tombak destnîşan kir ku welatiyekê xizmên xwe winda kirî digiriya û ji Nûrettîn Canîklî yê AKP’î alîkarî dixwest û wiha domand: “Lê Canîklî di wê navberê de li telefona xwe nihêrt û li rûyê wî nenihêrt. Heta ku komara demokratîk neyê avakirin, dê tu şensê Tirkiyeyê yê li hemberî van karesatan tune be. Feraseteke rêveberiyê ya wisa heye ku gel sûcdar dibîne û tu berpirsyariyan li xwe nagire. Îktîdara AKP-MHP’ê ku digot; ‘Em ê şevekê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarî 2 rojan bikeve navçeya Antakya ya Hatayê.    ÇIMA OHAL RAGIHANDIN?    Tombak, da zanîn ku îktîdara AKP-MHP’ê ji mekanîzmayeke ji “keysperestan” pêk tê ye û wiha bi dawî kir: “Ev erdhej weke firsend dîtin û OHAL ragihandin. Bi rêya OHAL’ê pêşî lê digirin ku gel birînên hev bicebirîne. Ketina bajaran qedexe ye. Armanca wan çi ye? Dewlet bi tu awayî aliyê gel nagire. Berevajî vê, rê li ber piştevaniya gel digire. Alîkariya gel a bi hev re talûke dibînin. Dibe ku li herêmên erdhejê borsaya derqanûnî derkeve holê. Di mijarên xwarin, germkirin û hewandinê de dê borsaya derqanûnî ava bibe. Jixwe îktîdara AKP-MHP’ê bi xwe berhema vê zîhniyetê ye. Ev îktîdar, erdhejê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî weke firsendek dibîne. Lewma bi hilweşandinê re dê berê xwe bidin sektora înşaetê. Bi van înaşetan jî dê demografyaya herêmê biguherînin. Wisa plan dikin ku cîhadîstên li Idlibê li Antakyayê bi cih bikin. Ji ber ku herêmên rûxiyayîn, îktîdarê pir aciz dikin.”