Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ 2023-02-11 09:48:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin seferber bûne diyar dikin ku hê jî cihê ku alîkarî negihîştiyê hene û dixwazin hewcedariya lezgîn demildest were temînkirin.  Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li ser bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê kir û rê li ber karesatek mezin vekir. Li gorî daneyên dawî hejmara qurbaniyan ji 20 hezarî bihûrî. Erdhej di roja 6’emîn de ye û hê jî bi hezaran welatî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Mexdûrên erdhejê tevî sir û seqema dijwar jî hewl didin xwe bi xwe birînên xwe bipêçin. Hê jî alîkarî û piştevanî neçûye gelek gund û navçeyan û mexdûrên erdhejê li dijî îktidarê bi hêrs in û berteka gel her ku diçe zêde dibe.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) li herêmên erdhejê kêlî bi kêlî şahidiya karesata erdhejê dikin û guh didin hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê. Nûçegihanên me bi wêne û dîmên li herêmên erdhejê ku dikişînin, dijwarî û karesata erdhejê radixin ber çavan.    16.44 - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç çû navçeya Islehiyeyê û got ku her derengmayîneke di erdhejê de rê li ber windahiyên nû vedike.    16.38 - BÛLDAN Û KILIÇDAROGLÛ ÇÛN SERDANA KAVILAN    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bi hev re çûn serdana malbatên ku li ber avahiya Sozel a li semta Ofîsa Amedê ku 6 roj in li benda rizgarkirina xizmên xwe ne.    16.34 - Îrem a 6 salî ji bin kavilên avahiyên li Hatayê hilweşiyan sax hate xelaskirin. Cenazeyê bapîrê wê yê ew parast jî hate derxistin.    16.18 - Xelkê Semsûrê ku hêviya xwe ji îktidarê û saziyên dewletê qut kirin, bi dilxwazên erdhejê re birînên xwe dipêçin û konan vedidin û cihê hêwirînê çêdikin.    16.18 - AHMET TURK SERDANA SEMSÛRÊ KIR    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê. Di serdanê de mexdûrên erdhejê wiha got: “Bila dewlet ji navberê derkeve, gel dizane dê çawa rabe ser pêyan. Heke dewlet xwe ji navberê vekişîne dê gel hev bigire û tevî her tiştî rabe ser pêyan.”    16.03 - Serokkomar Erdogan li Amedê ragihand ku ji ber erdhejê heta havînê navber dane perwedehiya li zanîngehan û dê perwerdehî bi online bê dayîn.    15.49 - PISPORÊ JAPONÎ: LI TIRKIYEYÊ AVAHÎ SEXTE TÊN ÇÊKIRIN   Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinori Moriwaki diyar kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ne li gorî Rêziknameya Erdhejê ya Avahiyan tên çêkirin û got: “Li Tirkiyeyê avahî bêdestûr tên çêkirin, malzeme tên dizîn û kontrol nayê kirin, lewma bi temamî hildiweşin.”   15.26 - Li Rihaya ku ji erdhejên li Mereşê çêbûyî bandor bû, têkildarî avahiyên hatin hilweşandin 8 kes hatin binçavkirin.    15.21 - Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Selahattîn Menteş da zanîn ku di encama erdhejê de li Edeneyê nêzî 500 kesan jiyana xwe ji  dest dane û 7 hezar û 500 birîndar jî li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.    15.16 - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku xebatên rakirina xerabeyan zirarê dide yekparetiya laşê mirovan û wiha got: “Divê ev xebat bên sekinandin. Hêj niha jî bi sedhezaran mirov di bin xerabeyan de ne. Ev ecele ya çi ye?”    15.13 - Li Semsûra ku erdhejê weran kir, li gorî agahiyên xebatkarên nexweşxaneyê û goristanê dane, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû.    14.55 - HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 21 HEZAR Û 43 KESAN   Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li herêma erdhejê Amedê bîlançoya qurbanî û birîndaran eşkere kir. Erdogan daxuyand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 21 hezar û 43 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 80 hezar û 97 kesan.    14.15 - Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama erdheja Mereşê de ku bandor li 10 bajaran kir, 30 hempîşeyên wan jiyana xwe ji dest dane.    14.14 - DAYIKÊN ŞEMIYÊ: DI ERDHEJÊ DE MIRIN NE QEDER E   Dayik/Mirovên Şemiyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku di erdheja Golcukê de 5 hezar û 840 kesên jiyana xwe ji dest dayîn winda ne û wiha gotin: “Ji bo heman rewş di erdheja Mereşê de dernekeve divê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir bi baldarî bên kirin. Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e.”    13.58 - Jinên ku di çarçoveya kampanyaya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin de xwe bi rêxistin kirin, li tenûran dest bi pehtina nan kirin. Jinên ku ji roja ewil a erdhejê ve nan dipêjin bi hezaran nanên pehtine gihandin mexdûrên erdhejê.    13.58 - Li Îdirê Deriyê Sînor ê Alîcan ku di navbera Tirkiyeyê û Ermenistanê de ye piştî 30 salan ji bo alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bê şandin, hat vekirin.    13.37 - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê berdewam in. Bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Li gorî daneyên dawî, heta niha 20 hezar û 665 kesan jiyana xwe ji dest dane, 80 hezar û 88 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin roj bi roj zêdetir dibe. Tevî vê yekê jî çapemeniya hawîz berpirsyariya îktîdarê jinedîtî ve tê û maşetên weke “Di dest de jiyan heye” diavêje.    13.20 - JI GUNDÊN SEMSÛRÊ BANGA LEZGÎN   Ji gundê Kalburcu yê Semsûrê dilxwazên erhdejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û diyar kirin ku tu alîkarî negihîştiye gundên Bûlam û Çêlikan û ragihandin cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin.     12.57 - Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) diyar kir ku erdhejê raste rast bandorê li ser 17 hezar û 600 girtî kiriye û bang li Wezareta Dadê kir ku demildest têkildarî rewşa girtîgehan û girtiyan agahî bide.    12.18 - Cenazeyê keça Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Eylem Şafak Aydin a li Hatayê di bin kavilan de mabû serê vê sibehê ji bin kavilan hate derxistin.    12.08 - Abdullah Koç ê HDP’î diyar kir ku cenazeyên li herêma Semsûrê bi kemçeyan tên derxistin û wiha bertek nîşan da: “Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e.”    11.55 - LI AMEDÊ HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 281 KESÎ   Yek ji bajarên ku erdhejê bandora xwe lê kir jî Amed e. Li Amedê bi tevî qurbanî û birîndarên vê sibehê ji binê xirbeyan derxistin hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 902 kesan. Ji birîndaran 796 kes ji nexweşxaneyan hatin derxistin û tedawiya 105 kesan jî berdewam dike. Ji birîndaran tedawiya 42 kesan li unîteyên nihêrîna awarte didome.    11.54 - ÎTO’yê maseya krîzê ava kir û heta niha 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandine Semsûr û Hatayê. Xwendekarên ku di maseya krîzê de cih digirin, dan zanîn ku heta birînên gel tên cebirandin dê di nava xebatan de cih bigirin.    11.41 - Welatiya bi navê Dîlek Karaca ku ji bo wergirtina cenazeyên xizmên xwe li ser kavilê avahî yê li Taxa Nû ku komên dilxwaz lê xebatan dimeşînin disekine wiha got: “Zarokên min di hundir de ne. Êdî bes e. Cenazeyên me ji wir derxînin.”    11.36 - Walî Mehmûd Çuhadar ê bi gelê ku rayedarên li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nedikirin şermezar kirin re keniya, piştî 3 rojan sersaxî xwest.    11.36 - MEREŞIYÊN LI EWROPAYÊ SEFERBERÎ DAN DESTPÊKIRIN   Welatiyên ji Mereşê yên li Ewopayê dijîn diyar kirin ku ji bo ew birînên xelkê xwe bûne mexdûrên erdhejê bipêçin seferberiya piştevaniyê û alîkariyê dane destpêkirin û gotin: “Em ê xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajarê xwe ava bikin.”    11.18 - Welatiyê Taxa Xolto ya li quntarê Amanosan ku ji erdhejê rizgar bûbûn, diyar kirin ku hewcehiya wan herî zêde bi kon û avê heye. Welatiyan got ku alîkarî 4 roj piştî erdhejê hatine taxa wan lê tenê li endamên AKP’ê tên belavkirin.    11.08 - Xeta fayê ji Taxa Sulumagara ya navçeya Islehiyeyê re derbas dibe û welatî li ber sermayê dimînin. Welatiyan banga kon, komir, sobe û êzingan kirin.    11.08 - Li gundê Nergele yê Elbistanê Kutsiye Çakmak a ku dayik û birayê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “Di bin kavilan de min ji wan re got hinek din jî li ber xwe bidin lê makîneyên kar nehatin.”    10.44 - Endamê Koordînasyona Erdhejê yê HDP yê Herêma Marmarayê Cengîz Topbaşli, diyar kir ku tevî polîtîkayên desthilatê yên cihekariyê yên 20 salan di dîmenên di erdehejê de derket holê ku çanda piştevaniyê berdewam dike û got: “Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye.”   10.29 - Rêxistinên civaka sivîl, KHK’î û Rêxistina HDP’a Bajar ku piştî erdhejê li Êlihê ketin nava liv û tevgerê, bi tevlibûna sedan kesên dixwaz li herêmên erdhejê tev li xebatan bûn. Heta niha 20 TIR’ên erzaq şandine herêmên erdhejê.    10.09 - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan diyar kir ku li Semsûrê cenazeyên gelek qurbaniyan bêyî ku were tomarkirin ji aliyê malbatên wan ve tên veşartin.    10.05 - Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş ên li Meletiyê serdana gundên ku hilweşiyane kirin dan zanîn ku piştî erdhejê pirsgirêka herî bingehîn ew e ku dewletê amûr û derfetên xwe nexistiye dewrê.    10.05 - YÊN KU DIKETIN SÛRIYEYÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDÊN ERDHEJÊ    Zekî Tombak ê HDK’î diyar kir ku îktîdarê “dojeha bazara derqanûnî” afirandiye û wiha got: “Feraseteke rêvebirinê ya ku bi tu awayî berpirsyariyê li xwe nagire heye. Îktîdara AKP-MHP’ê ku digot; ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarî 2 rojan xwe bigihînin navçeya Antakyayê.”    09:33 - Li Nûrheqê ku rêya wê du rojan piştî erdhejê hatibû vekirin, ji ber ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê kirin, herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.   09:19 - PIRA NAVBERA BOTAN Û HERÊMÊN ERDHEJÊ   Li Botanê yek ji şaredariyên ku qeyûm nehatiye tayinkirin Şaredariya Silopiya ye û ji her gund, tax, bajarok û navçeyan alîkariyên ku tên berhevkirin û radestî şaredariyê tên kirin û bo herêmên erdhejê tên şandin. Hevşaredar Adalet Fîdan got ew dixwazin bibin pira piştevaniyê ya navbera Botanê û herêmên erdhejê.    08:57 - HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 20 HEZAR Û 318 KESAN    Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 20 hezar û 318’an. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê piştî erdhejên navenda wan Mereş, Bazarcix û Elbistan 1700 erdhejok çêbûne.    08:50 - PIŞTÎ 122 SAETAN JI BIN XIRBE HAT DERXISTIN     Li Ameda ku ji erdheja navenda wê Mereşê bandor bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan a ji bin xirbeyên avahiyan berdewam dike. Piştî 122 saetan ji kavilê Apartmana Sozel a Taxa Kooperatîfler a semsa Ofîsa navçeya Bajarênû yê Amedê jineke bi navê Maşallah Çîçek a 55 salî hat xelaskirin.   02:28- Wezîrê Dadê Bekir Bozdag li Amedê dema dixwest biçe cihê kavilan, ji hêla gel ve hate ptotestokirin û gel got; “Dewlet tune bû.” Li ser bertekan, Bozdag nekarî biçe cihê kavilan.    01:55- Di encama erdheja Mereşê de li Xarpêtê jî xesar gihişt gelek avahiyan. Hilweşandina avahiyên bixesar a li bajêr dest pê kir.   00:58 - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û şandeya pêre Semsûrê çûn serdana mexdûrên erdhejê.