Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê 2023-02-11 09:19:57   ŞIRNEX - Li Botanê yek ji şaredariyên ku qeyûm nehatiye tayinkirin Şaredariya Silopiya ye û ji her gund, tax, bajarok û navçeyan alîkariyên ku tên berhevkirin û radestî şaredariyê tên kirin û bo herêmên erdhejê tên şandin. Hevşaredar Adalet Fîdan got ew dixwazin bibin pira piştevaniyê ya navbera Botanê û herêmên erdhejê.    Şaredariya Silopiyayê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê hemû derfetên xwe seferber kiriye. Ji hemû gund, tax, bajarok, navçe û navenda Şirnexê alikariyên ku ji aliyê gel ve tên berhevkirin, li Şaredariya Silopiyayê tê komkirin. Gelê Botanê ku tenê baweriya xwe bi Şaredariya Silopiyayê tîne alikariyên xwe teslîmî şaredariyê dike. Şaredariya Silopiyayêji bo alîkariya ji mexdûrên erdhejê bi şev û roj seferberiyê daye destpêkirin. Şaredariyê heta niha 10 TIR, 4 makîneyên kar, aşxaneyek, 7 hostayê donerê, bi sedan dilxwaz şandiye herêmên erdhejê û 32 malbat jî li navçeyê bi cih kirin. Şaredarî her roj lîsteyên hewcedariyên ji bo mexdûrên erdhejê digire û li gorî wê alikariyê kom dike û dişîne.   Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku neyiniya tayinkirina qeyûman di vê pêvajoyê de jî careke din xwe nîşan da û got ku li herêmê gel tenê baweriya xwe bi wan tine û ji bo vê jî barê wan gelek giran e.     DIXWAZIN BI PIŞTIGIRIYÊ ÊŞA WAN SIVIK BIKIN    Fîdan anî ziman ku ji roja ewil heta niha ew dixwazin ku xwe bigihînin her mexdûreke erdhêjê û wiha axivî: "Di serî de em ji miriyan re rehmet û birindaran re jî şifa dixwazin. Vê erdhêjê em gelek xemgîn kirin. Em xemgîn bûn, lê pêwîste gel bi piştgiriyê heye. Ji ber wê dema ku erdhêj çêbû, me weke Şaredariya Silopiya di wê rojê de me kampanyayek da destpêkirin. Kampanyaya me jî ji hêla gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hestiyarek xurt tev li kampanyayê dibin. Bi taybetî jî jin û dayikan pêşengiya vê kampanyaya me dikin. Gel dixwaze xwe bi xwe birîna mexdûran bipêçe û êşa wan parve dike. Bi piştgiriyê xwestin ku êşa wan sivik bikin. Me ewilî tiştên ku di destê me de hebûn ber bi herêma Islahiyê ve şandin. Niha jî ev takviye berdewam dike. Ji roja ewilî ve bi makineyên kar re 8 personelên şaredariyê çûne herêmê. Piştre alikariya gel dest pê kir."    ŞAREDARÎ BI ŞEV Û ROJ DIXEBITE     Fîdan da zanîn ku şaredariya wan bi şev û roj hewl dide ku pêdiviyê xelkê temîn bike û wiha domand: "Me heta niha 10 TIR şandine herêmên erdhejê. Li cihên ku erdhêj çêbû bi taybetî nan pêwîst bû. Me 5 TIR nan jî şandin. Her wiha me li Bazarcixê xwaringehek vekir û xwarinê li mexdûran belav dike. Her wiha me xwaringehek li Meletiyê vekir. Rojane xwarinê li hezar û 500 kesan belav dike. Tiştê ku me şandin bi taybetî erzaq, kincên zarok û jinan, kon, mamayên zarokan, alavên xwegermkirinê hebûn. Her wiha heta niha 32 malbat hatine vê derê û xwe gihandine me û me serdana malbatên xwe kir. Me hewcedariyên wan temîn kir. Em ê weke şaredarî ji bo alikariyê hemû derfetên xwe seferber bikin."    XELK BAWERIYA XWE BI ŞAREDARIYA XWE TÎNE    Fîdan di berdewama axiftina xwe de bal kişand ser şaredariyên ku ji aliyên qeyûman ve tên birêvebirin û destnîşan kir ku li herêmê gel tenê baweriya xwe dide şaredariyên HDP'ê û şaredariya wan û ji ber vê yekê spasiya gelê xwe dikin.    BANGAWAZΠ   Fîdan ji gelê Botanê xwest ku bi her awayî piştevaniya xwe zêde bikin û ev bang kir: "Daxwaziya me ji gelê me ew e ku ji îro pê ve jî vê piştgiriya xwe bidomînin. Ji ber ku dibe ev bajarên ku erdhêj lê çêbû heta saleke din jî bi ser xwe ve neyên. Heta ku bi ser xwe ve tên divê ku piştgiriya me jî bidome. Em weke Şaredariya Silopiya dixwazin di navbera gelê Botanê û bajarên ku erdhêj lê çêbûne de bibin pira alîkarî û piştevaniyê.”    MA / Zeynep Dûrgût