ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-11 09:00:04     * Li Botanê yek ji şaredariyên ku qeyûm nehatiye tayinkirin Şaredariya Silopiya ye û ji her gund, tax, bajarok û navçeyan alîkariyên ku tên berhevkirin û radestî şaredariyê tên kirin û bo herêmên erdhejê tên şandin.    * Li Nûrheqê ku rêya wê du rojan piştî erdhejê hatibû vekirin, ji ber ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê kirin, herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.    * Kesên ku li Sûriyeyê li cihê ku komplo lê hat kirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kirin wiha gotin: “Ew ne tenê Rêberê me ye, rêberê hemû gelên bindest e. Fikrên wî komplo şikandin.”    * Li 10 bajarên ku erdhej lê çêbûye dê geşedanên têkildarî mijarê bên şopandin.    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin dê di hefteya 933’yemîn de çalakiya xwe online li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 568’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)