Denîz Baykal mir 2023-02-11 08:52:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Baykal ku demekî dirêj serokatiya giştî ya CHP’ê kiribû mir.    Serokê Giştî yê CHP’ê Denîz Baykal mir. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû mirina Baykal ragihand. Kiliçdarooglû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha got: “Min bi xemgînî bihîst ku serokê me yê giştî, evîndarê Tirkiye û Partiya Gel a Komarê, parlamenterê me yê Antalyayê, mezinê me yê hêja birêz Denîz Baykal wefat kiriye. Jiyana xwe ya tije têkoşîn bo me weke mîras hişt. Serê gelê me sax be.”