Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir 2023-02-11 01:55:15   XARPÊT - Di encama erdheja Mereşê de li Xarpêtê jî xesar gihişt gelek avahiyan. Hilweşandina avahiyên bixesar a li bajêr dest pê kir. Di endama edheja Bazarcix a Mereşê de li 10 bajaran xesareke mezin çêbû. Hat tespîtkirin ku di erdhejê de li Xarpêtê xesareke mezin gihiştiye 93 avahiyan. Ji van avahiyan ji bo 3’yan biryara hilweşandinê hate dayîn. Di çarçoveya biryarê de Apartmana Aydin a 7 qat a li ser Cadeya Taxa Nû , Pasaja Bîrdariyê ya 8 qat û Lojmana Maliyeyê ya berê ya 7 qat a li ser Cadeya Hurriyetê hatin valakirin û hilweşandina wan dest pê kir. Hat zanîn ku dê hilweşandina avahiyên din jî dest pê bike.