Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in 2023-02-11 01:40:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku bîlançoya erdhejê tê veşartin û wiha got: “Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in.” Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattî Demîrtaş, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî erdhejê peyam parve kir. Demîrtaş got ku bîlançoya tê parvekirin rastiyê venabêje û wiha got: “Ewqas aqil û wijdana xwe winda kirine ku soza 10 hezar TL’an didin kesên li benda xizmê xwe yên di bin kavilan de disekinin.” ‘MEZINIYA KARESATÊ HATE VEŞARTIN’ Daxuyaniya ku Demîrtaş li ser hesaba xwe ya Twîtterê parve kiribû wiha ye: “Mixabin reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in. Mixabin zêdetirî 100 hezar însan hêj jî di bin kavilan de ne. Hejmara heta niha min winda kirî jî zêdetirî 30 hezar kesan e. Ji kêliyên ewil heta niha, hewl dan meziniya karesatê veşêrin û rê li ber înfîalê bigirin. Di encamê de kirin ku gel ji bo alîkariyê dereng bikeve nava hewldanan. Cihê ku hûn lê birazên tune ye! JI BO KESÊN LI BENDA DENG DISEKININ SOZA 10 HEZAR TL’AN DAN Ewqas aqil û wijdana xwe winda kirine ku soza 10 hezar TL’an didin kesên li benda xizmê xwe yên di bin kavilan de disekinin. Qet di wê ferqê de nînin ku tişta li van mirovên xwedî êş dikin heqaret e. Xwişk û birayên min ên hêja; êdî dem hatiye ku tevahiya 85 milyon însanan vê rastiyê bibîne û qebÛl bike. Serdema vê îktîdarê xelas bû, êdî qediya. Em ê dest bi destê hev û birînên xwe bi hev re bicebirînin. EM PIŞTEVANIYÊ HÎN MEZINTIR BIKIN Piştre e ê bi hemleyeke mezin a guherînê re ji bin kavilan derkevin û ji xweliya xwe dîsa biafirin. Em niha piştevaniyê hîn mezintir bikin. Tu kesê ku me bi destê wan negirtî, tu kesê ku me hembêz nekirî bila nemine. Pir zor dibe, dê pir zor bibe lê em e bi hev re bi ser kevin.”