Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir 2023-02-10 23:58:12   HATAY - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari ku li Hatayê xebatan didomîne, bal kişand ser zehmetiyên mexdûrên erdhejê û wiha got: “Divê tavilê konbajar bên avakirin.” Her çend ku kêm jî bin, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Hatayê berdewam in. Yek ji pirsgirêkên herî girîng a mexdûrên erdhejê jî pirsgirêka hewînê ye. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmoglûllari têkildarî pêdiviyên gel axivî. 'DIVÊ TAVILÊ KONBAJAR BÊN AVAKIRIN’ Hatîmogûllari diyar kir ku xebatên rakirina kavilan didomin û wiha got: “Di bin kavilan de hêj gelek mirov dijîn. Tavilê hewcehî bi tîmeke xurt a ji her aliyên Tirkiyeyê hatiye avakirin neye. Divê ev tîm baş hatibin teçhîzatkirin û makîneyên kar hebin. Îktîdarê di vê mijarê de peywira xwe bi cih ne anî. Mirov dixwazin tavilê xizmên xwe bibînin. Hewa gelek sar e û mirov li bendê disekinin. Divê tavilê konbajar bên avakirin. Bila îktîdar sibe du sibe nebêje konên me tune ne û ji her deverê daxwaza konan bike. Piştevaniyeke gelek delal ava bûye. Cihên ku dewletê terka wan kiriye, gel lê xwedî derket. Yên ku xwe digihînin me pirsa ‘niha pêdivî bi çi heye?’ dikin. Pêwîstiya herî lezgîn a niha, kon in. Ji kerema xwe yên dixwazin alîkariyê bidin, bila konan bişînin. Her wiha sobe, tup û jenerator hewce ne.”