Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê 2023-02-10 23:59:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bajarên Rojava û Sûriyeyê ku ji erdhejên navenda wan Mereş bi bandor bûn kampanyayên alîkariyê didomin û kampanyayên nû hatin destpêkirin.    Kampanyayên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejên li Rojava û Sûriyeyê li gelek deverên Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin, didomin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêya Heyva Sora Kurdistan û Rêveberiya Xweser di 7’ê sibatê Kampanyaya Hana da destpêkirin. Ev kampanya didome.    MASEYA KOORDÎNASYONÊ YA ALÎKARIYÊ HATE AVAKIRIN   Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo birînên erdhejê bipêçin torên piştevaniyê ava kirin. Bi banga Heyva Sor li bajarê Bremen ê Almanyayê Brati e.V, Meclisa Jinan a Sêvê, Mizgefta Şêx Seîd a girêdayî Civaka Îslamî ya Kurdistan, NAV-YEK û sazî û dezgehên din hatin cem hev û ji bo piştî erdhejê alîkarî bên komkirin maseya krîzê ava kirin.    LI ŞENGALÊ KAMPANYA   Qenala SPEDA ya girêdayî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê sê roj in kampanyaya alîkariyê organîze dikin. Di pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJE) de ji bo mexdûrên erdhejê li Şengalê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de komîteyên girêdayî meclisên gel serdana esnafên sûkê kirin û alîkarî kom kirin. Li Rojava jî gelek welatî û aktîvîstên saziyên sivîl ên civakî bi daxuyaniyê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê dane destpêkirin. Kampanya wê hefteyekê bidome.