KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê 2023-02-10 23:09:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) piştgirî da kampanya komkirina alîkariyê ya ku ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatî destpêkirin.   Li Hewlêrê şandeyek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê kir. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) piştgirî da kampanya komkirina alîkariyê ya ku ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatî destpêkirin.   Endamê KNK’ê Şukirula Hemed Emîn di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Em li gel kampanya HDP’ê ne. Piştgiriya xwe ya ya ji bo hevkariya mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê radigihînin. HDP’ê ev kampanya ji bo alîkariyê bigihîne mexdûran destpêkiriye. Lewma daxwazê ji sermeyedaran û tevahiya welatiyên Kurdistanê dikin ku piştgiriya kampanyayê bikin.”