Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin 2023-02-10 23:00:44   SEMSÛR - Li taxa Yenîşehîrê ya Semsûrê pitikek 10 mehî piştî 110 saetan ji bin xirbeyê avahiyek bi awayek sax hat derxistin.    Li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan a ji bin xirbeyên avahiyan berdewam dike. Li Semsûrê bi rojane xebatên rizgarkirinê hêdî tê birêvebirin. Li taxa Yenîşehîrê ya Semsûrê saet li derdora 20:30’an pitikek 10 mehî ku navê wî/wê nayê zanîn piştî 110 saetan ji bin xirbeyê avahiyekê bi awayek sax hat derxistin. Pitik ji bo kontrola tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê.    Li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li avahiyên hilweşiyayî berdewam dikin.    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal