Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan 2023-02-10 22:30:15     SEMSÛR/MELETÎ - Gundên Semsûrê di bin berfê de ma ne û ji ber hezazê bi sedema erdhejê çêbûn, ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihînê.    Yek ji bajarên ku erdhejê bandoreke giran li ser kirî jî Semsûr e. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê her çende ku kêm jî be bedewam dikin. Rêyên gelek gundên girêdayî Semsûrê hatine girtin û kesek nikare xwe bigihîne wan. Di demen berê de di navbera Semsûr -Çêlikanê de gelek pir hilweşiya bûn û piştre rê hatibûn tijekirin û hatin û çûn dest pê kiribûn. Lê îro pireke din dîsa hilweşiya û rê li ber hatin û çûnê hate girtin. Kesên dixwazin xwe bigihînin Çêlikanê, xwe  li ser Sergolanê û bajarokên Erkeneke-Kurucuova yên Meletiyê digihînin navçeyê. Li ser rêyê gelek dever qelişî ne û Tunêla Erkenekê ya di sala 2017’an de hatiye vekirin û di erdhejê de ziyan gihiştibûyê jî tenê aliyekê wê tê bikaranîn.    FIKARÊN LI ÇELÎKANÊ DIDOMIN    Li navçeya Çêlikanê xesareke mezin çênebûye û hat gotin ku tenê kesekê di bin xerabeyan de ma ye jiyana xwe ji dest da. Gelemperiya banên avahiyan tebiqîne. Gelek TIR’ên alîkariyê gihiştine navçeyê. Şêniyên navçeyê jî ji ber xesara gihiştiye malên wan, bifikar in. Ji şêniyên bajar Firat Unal da zanîn ku kolanên avahiyên wan derizî ne û şêniyên gund li derve dimînin. Unal, da zanîn ku hewcehiya wan bi konan heye û fikarên wan didomin.    NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDÊN ÇIYAYΠ   Rêyên gundên çiyayî yên girêdayî Çêlikanê ji ber hezaz û berfê hatine girtin. Hat ragihandin ku gundên rêyên wan hatine girtin rûxiya ne. Lê belê têkildarî texrîbata li gundan tu agahî nayên bidestxistin. Efserekî cendirmeyan got ku bi helîkopteran erzaq bo gundiyan birine û Navenda Krîzan a ji hêla HDP, DBP û rêxistinên civaka sivîl ve hatine avakirin jî dan zanîn ku li gundan gelek avahî hilweşîn e.    GUNDÊ HILWEŞIYAYÎ DI BIN BERFÊ DE MA YE   Bajarokê Erkenek ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê jî ji ber erdhejê rûxiya. Li gorî agahiyan, i li navenda Erkenekê ku berfeke zêde lê bariyaye, di encama erdhejê de 70 kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan got ku wan bi derfetên xwe kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bin kavilan derxistine û hêj gelek kes di bin kavilan de ne. Ji şêniyên bajarokê Esat Beydogan têkildarî mijarê ev agahî dan: “Nêzî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan. Malên me di halekî perîşe de ne. Gelek sewalên me di bin xerabeyan de ne. Alîkarî ji me re tên. Bila ji deverên ku hewcehiya wan pê heye re bişînin. Li vir pêdiviya me pê nîne. Li gorî texmîna me 4 kes di bin kavilan de ne. Gelemperiya cenazeyan me bi derfetên xwe derxistin.”    DEWLETÊ TIŞTEK NEKIR   Hat ragihandin kul i gundê Kurucuova yê Wêranşarê jî nêzî 70 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gund rûxîneke mezin çêbûye. Ji şêniyên gund Îbrahîm Bîşîk got ku gelek kes birîndar bûne û wiha domand: “Ji ber alîkariyan, spasiya her kesî dikim. Xwedê ji gelê me razî be. Dewletê tu tiştek nekir. Em di bin berfê de ne. Ne av, ne ceyran heye. Em hewl didin telefonên xwe di wesayîtan de şarj bikin. Çend mixabin ku rewşa me ev e.”    MA / Ahmet Kanbal