Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya 2023-02-10 22:07:48   MELETÎ - Mizgefta Mezin a li Meletiyê ku piştî erdheja Xarpêtê ya di sala 2020'an d eçêbû hat restorekirin, hilweşiya.    Li Meletiyê Mizgefta Mezin a dîrokî ku piştî erdheja Xarpêtê ya di sala 2020'î de çêbûbû, di erdhejê navenda wê Bazarcixa Mereşê de hilweşiya.   PIŞTÎ ERDHEJA XARPÊTÊ HATIBÛ RESTOREKIRIN!   Mizgefta Mezin a 800 salî, li Taxa Battalgazî ya Meletiyê ye. Di erdheja Xarpêtê de ku di 24'ê Çileya 2020'î de bi pileya 6.8'an çêbûbû xesar dîtîbû. Piştî xesar dîtibû hatibû girtin û dest bi restorekirina wê hatibû kirin. Mizgefta Mezin di 8'ê Gulana 2022'yan de cardin hatibû vekirin. Lê di erdheja 6'ê Sibatê de ya Bazarcixa Mereşê, bû kavil. Avahiyên li derdora mizgeftê hemû li ser pêyan mane, lê çendî ew nû hatiye restorekirin jî bûye kavil.    6 MILYON LÎRE   Mizgefta Mezin ku di sala 1224'an de ji aliyê hikumdarê Selçûqiyan Alaeddîn Keykûbad ve hatiye çêkirin, di bin kontrola Midûriyeta Giştî ya Weqfan de bi 6 milyon TL'yî hatibû restorekirin û piştî hatibû restorekirin bi navê Yenî Camiyê hatibû vekirin.    Avahiyên kevn ên li derdora mizgeftê hemû li se rpêyan mane, lê ew bû kavil. Ev yek jî feraseta restorasyonê ya desthilata AKP'ê bi awayekî zelal dide der.    MA / Firat Can Arslan