AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an 2023-02-10 21:45:37       NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar û 875’an.    AFAD’ê, aşkere kir ku hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereş û bando li 10 bajaran kir de jiyana xwe ji dest dane derket 19 hezar û 875’an, hejmara birîndaran jî derket 79 hezar û 717 kesan.    AFAD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li bajarên Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêtê 19 hezar û 875 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 79 hezar û 717 welatiyên me jî birîndar bûn. 86 hezar 754 mexdûrên erdhejê jî ji herêmê sewqî bajarên din hatin kirin.” AFAD, açıklamasında, "Gaziantep, Şanlıurfa, Diyarbakır, Adana, Adıyaman, Osmaniye, Hatay, Kilis, Malatya ve Elazığ illerinde toplam 19.875 vatandaşımız hayatını kaybetmiş; 79.717 vatandaşımız yaralanmıştır. 86.754 afetzede, bölgeden diğer illere tahliye edilmiştir" denildi.