Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir 2023-02-10 20:58:14   DÎLOK - Parlamenterên HDP’ê li Dîloka ku erdhejê zirareke mezin dayê serdana mexdûrên erdhejê yên li nexweşxaneyê tedawiya wan didome kirin.    Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û parlamenterên HDP’ê Mahmût Togrûl û Nûran Îmîr li Dîroka ku erdhejê zirareke mezin dayê serdana mexdûrên erdhejê yên li nexweşxaneyê tedawiya wan didome kirin.    Şandeya HDP’ê di dema serdana xwe de pirsgirêkên ku mexdûrên erdhejê jiyan guhdar kirin. Mexdureke erdhejê ku anî ziman nizane zarokê wê yê ji bin kavilan hatiye derxistin li ku ye, alîkarî xwest. Şandeya HDP’ê ku ji bo lêkolînê ket nava liv û tevgerê, rewş ji Navenda Koordînasyona Krîzê re ragihand.