Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin 2023-02-10 20:51:43   NAVENDA NÛÇEYAN – Muteahîdê Rezîdansa Ronesasnê ku li Hatayê di erdhejê de serobino bû, hat binçavkirin.    Li Hatayê Rezîdansa Ronesansê ku yek ji avahiyên herî luks ên bajêr bû, di erdhejê de serobino bûbû. Muteahîdê wê Mehmet Yaşar Coşkûn, gava hewl dide bireve derveyî welêt li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.    Rezidansa Ronesasnê ya 12 qatî û 250 daîreyî, di sala 2012'an de ji aliyê Antîs Yapiyê ve hatiye çêkirin. Daîreyên wê di navbera 1.5-3 milyon lîreyan de hatien firotin. Gava hatiye çêkirin, hatiye diyarkirin ku li gor rêziknameya erdhejê hatiye çêkirin.