12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn 2023-02-10 20:37:07   AMED - Hin girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya ji ber erdhejê zirareke mezin dît û biryara valakirinê hate dayîn dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin.    Hin girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya ji ber erdhejê zirareke mezin dît û biryara valakirinê hate dayîn dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê hatin kirin. Li gorî agahiyên ku xebatkarê Azadiya Welat ê berê Îsmaîl Çoban ji malbata xwe re ragihandin, li girtîgeha ku piştî erdhejê zirareke mezin dît dest bi valakirina wê hatiye kirin û 12 kes sewqî Eregliyê hatine kirin.    Li gorî agahiyên ku malbata Çoban dan Îsmaîl Çoban, Siraç Aslan, Halîl Muhammed (Rojavayî), Alî Emîrhanî, Abdul Şeyhû (Rojavayî), Ramazan Tûran, Haci Sincer, Hîkmet Çalagan, Alî Balaba, Ercan Dolaşir, Memduh Parilti, Mehmet Alî Alan, sewqî Kirşehîrê hatin kirin.    ‘NEKARÎN TIŞTAN BIGIRIN CEM XWE’   Hate diyarkirin ku destûr nedane ku girtiyên hatine sewqkirin tiştên xwe bigirin cem xwe, li cihê birinê li girtiyên yek hucre de tên ragirtin û gelek ji wan bê cil hatine birin. Çoban, bi lêv kir ku rewşa wan baş e û da zanîn ku girtiyên din ên hatine sewqkirin bi hinceta “ewlehiyê” ji wan re nehatiye gotin ka birine ku derê.