Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin 2023-02-10 20:22:57 HATAY - Li Hatayê ku ji ber erdheja Dîlok û Mereşê hilweşiya, êdî ji dêvla xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, kavil tên rakirin. Mirov ji bajêr koç dikin.    Erdheja navenda wê Mereş û Dîlok, 5 roj li dû xwe hiştin. Ji bajarên ku bandor ji van erdhejan girtine û hilweşiyane yek jê jî Hatay e. Li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Ekîb li nav kuçeyan digerin û guh li kavilan dikin bê ka deng tê yan na. Gava deng neyê keşfa xwe didomînin. Hema bibêje êdî hêviya ku welatî bi saxî ji bin kavilan bên derxistin nemaye, lewma ji bin kavilan cenaze tên derxistin. Kavilên hin avahiyan jî bi makîneyên akr tên rakirin.    Li bajêr hê jî kon baş nehatine danîn û welatî li derve bi derfetên xwe ji xwe re konan datînin. Welatiyên di di wesayîtan de dimînin jî ji ber fiyetê mazot û benzînê nikarin xwe baş gemr bikin. Li navçeyên Antakya, Defne û Samandagiyê jî welatî êdî herêmê diterikînin. Welatiyên ku hêviya xwe ji bajêr birîne, berê xwe didin bajarên ku xizmên wan lê ne. Hin welatî jî bi hêviya ku dê xizmên wan bi saxî ji bin kavilan bên derxistin li bajêr mane.    Cenazeyên ji bin kavilan hatine derxistin û tên derxistin tên definkirin. Îro li gundê Meydanê yê navçeya Samandagiyê 20 kes hatin veşartin û bi dehan cenaze jî li benda definkirinê ne. Her wiha hin cesedên ku ji bin kavilan hatine derxistin jî, bi taybetî li Amrtûlû û taxên derdorê li kuçeyan in.    HÊ JÎ PIRSGIRÊKA HÊWIRANDINÊ NEHATIYE ÇARESERKIRIN   Hevserokê HDP'a Hatayê Kerem Nalbant ku îro serdana navçeya Samandagiyê kir, anî ziman ku çendî roja 5'an e jî hin malbat bi hêvî ne ku xizmên wan bi saxî ji bin kavilan bên derxistin. Nalbant destnîşan kir ku malbat bihêrs in û got: "Roja pêncan e, lê em dibînin hê jî pêdivî bi lazmatiyên lezgîn heye. Bi taybetî ev der pir sar e. Mirov li derve ne. Hê jî kon an jî konteyner tune ne. Çendî zexîre ji aliyê saziyên sivîl ve tên peydekirin jî, lê di rojên pêş de dê têr nekin. Kon, amûrên germkirinê û amûrên paqijiyê lazim in."    Nalbant destnîşan kir ku pirnaiya kesên mayî ji bajêr koç dikin û got: "Di rojên pêş de ger venegerin, ev dê bibe cihê travmayên giran."   Nalbant destnîşan kir ku êdî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pir kêm in û got: "Gava malbat pir israr dikin, nêzî avahiyê dibin û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dikin. Yan na dest jê beriddin û diçin. Mirov dibêjin 'em bawer nakin sax bin, lê qet nebe bila cenazeyên me bidin me.' Mirov xwe bêxwedî hîs dikin."    MA / Tolga Guney