Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin 2023-02-10 20:10:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê Mereşê bû û got manzeraya li vir wêneyê AKP'ê ye. Hevserok Mîthat Sancar jî çû serdana birîndarên erdhejê û got sedema mirinan polîtîkayên îmarê ne.    Roja 6'ê sibatê li bakurê Kurdistanê erdhejên dijwar rû dan û bû sedema karesetek mezin. Navenda du erdhejên dijwar navçeya Bazarcixa Mereşê bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê û şandeya pê re îro çûn serdana navçeya Bazarcixê û li rewşa mexdûrên erdhejê pirsî.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Û şandeya pêre jî çûn serdana birîndarên erdhejê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîka Enqereyê tên dermankirin.      SANCAR BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û heyeta pê re çûn serdana Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku birîndarên erdhejê lê tên dermankirin û agahî ji serbijîşkê nexweşxaneyê girtin. Sancar piştî serdanê li ber nexweşxaneyê daxuyanî da.   Sancar diyar kir ku 800 kesên ku li herêma erdhejê birîndar bûne, li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê tên dermankirin û wiha got: “Her kes mezinahiya karesatê dibîne. Divê weke karesatekî xwezayî neyê dîtin û nirxandin. Erdhej bûyereke xwezayî ye, tiştê ku dibe sedema hilweşîn û trajediya mirovan, rêveber in. “   Sancar anî ziman ku sedema hilweşandina gelek avahiyan polîtîkayên îmarê ne û got: “Ji ber ku hema hema 2 rojan ti destwerdanê lezgîn û xizmetên alîkariyê nebûn, windahiyên wisa mezin çêbûn. Niha hewl tê dayîn ku piştevaniyên civakê jî werin astengkirin. “   Sancar da zanîn ku ji bo ku gel û sazî piştevaniya civakî bi awayekî herî bi bandor bimeşînin, pêwîstî bi koordînasyonê heye û çi ji destê wan were ew ê bikin.   BÛLDAN: EV KARESAT WÊNEYÊ AKP'Ê YE    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buûdan û heyeta pê re, çûn serdana navçeya Bazarcix  a Mereşê ku navenda erdhejê ye. Bûldan ewil serdana mexdûrên erdhejê yên li Taxa Fatîhê kir. Bûldan û şandeya pê re li konê ku ji aliyê Şaredariya HDP’ê ya Silopiyayê ve hatiye danîn, bi gel re hate ba hev. Bûldan, ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest û got: "Mirovên me ligel ku di bin kavilan de dengê zarok, xwişk, bira, dayik û bavên xwe bihîstin jî nekarîn rizgar bikin. Vê wêneyê di dîroka Tirkiyeyê de cihê xwe gir. Vê wêneyê di mejiyê mirovan weke wêneyekî xerab li welatekî ku desthilatdariya AKP'ê tê birêvebirin cihê xwe girt. Hikûmeta AKP û şirîkê wê MHP’ê gel bi tenê hişt. Ev hemû jî wêneyekî ku welat çawan tê birêvebirin.“   Bûldan pirsa, “20 sal in bacên erdhejê li kû tên xerckirin?” û peyama, “Hêrseke me mezin e ” da. Bûldan diyar kir ku piştevanî dide jiyîn û got: “Em ê piştevaniya xwe berdewam bikin.“    Bûldan û şandeya pê re li taxê serdana gel kirin û li konê xwarinê yê Şaredariya Silopî xwarin li gel belav kir.