Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin 2023-02-10 19:22:02       AMED - Li gundên Kaledîbî û Ûysalê yên navçeya Hênê ya Amedê nêzî 40 xanî ji ber erdhejê hilweşiyane û gelek heywanên di bin kavilên xaniyan de mirine.    Li gundê Kaledîbî yê navçeya Hênê ya Amdê nêzî 40 xanî ji ber erdhejê hilweşiyane û gelek heywanên di bin kavilên xaniyan de mane mirine. Li mezrika Ûysalê ya girêdayî Topçûlarê jî di dema erdhejê zinar ji çiyê gindirîne nava gund. Hin axurên ku zinar li wan ketine hilweşiyane û gelek heywan mirine.    Welatiyên xaniyên wan ji erdhejê xesar dîtine, li benda alîkariyê ne.