Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin 2023-02-10 19:09:01   DÎLOK - Li Nûrdaxiyê piştî 4 rojan jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin.    Li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye, piştî çend rojan li Taxa Yavûz Selîmê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin. Jina ku bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin ewilî li nexweşxaneya sahrayê ya li navçeyê hatiye çêkirin hat dermankirin û ji wir jî sewqî Dîlokê hat kirin.    MA / Berivan Kutlu