TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê 2023-02-10 19:04:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkariyên li Edene, MÊrsîn û Colemêrgê hatin berhevkirin, digihên herêmên erdhejê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê û Platforma Eleiyan a Edeneyê, alîkariyên tên berhevkirin dişînin ji herêmên erdhejê re.    Hevserokê HDP'a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, diyar kir ku heya niha 8 TIR, 10 qamyonet û 33 transît pêdiviyên bingehîn gihandine herêmên erdhejê û got: "Her wiha me li seranserê bajêr 120 hevalên xwe yên dilxwaz ji bo alîkariyê şandin herêma karesatê. Îro me pirsgirêka hêwirandinê ya 848 mexdûrên erdhejê çareser kir. Daxwaz tên. Ez dikarim bibêjim ku em ê karibin bi vê dilxwazî û pişetvaniyê ji heq vê karesata mezin derkevin."    Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî got ku "Dem dema piştevaniyê ye" û bang li her kesî kir ku ji bo alîkariyê biçin deverên erdhejê.    COLOMÊRG    Maseya Krîzê ya Colemêrgê jî komeke 55 kesî ku endezyar jî di nav de ji bo lêgerîn û rizgarkirinê şandin Semsûrê. Danê sibehê operatorên makîneyên kar û endezyarên makîneyan jî di nav de komeke 5 kesî tevî jenerator, hîltî, kerane, spreîl û hwd. bi rê ketin. Koma duduyan a ji 13 kesaa pêk tê jî ji boalîkariyên tên belav bikin, be rbi herêmê ve hatin şandin. Maseya Krîzê, ji navçeya Geverê komeke ji 37 kesan pêk hatî ber bi Meletî, Mereş û Hatayê ve şand.    ŞIRNEX   TIR'a alîkariyê ya sêyan a ji aliyê Baroya Şirnexê ve hat komkirin, duh danê êvarî gava ji Cizîrê derdiket, polîsan pêşiya wê birî. Piştî ku li pêşiya wesayîtê ji dêvla nivîsa "Wesayîta Alîkariyê ya Baroya Şirnexê", nivîsa "Weayîta Peywirdar a Şaredariya Cizîrê" hat bicihkirin destûra wê hat dayîn. Polîsan ji rayedarên baroyê re gotin ku ji bo alîkariyên ku ji niha û pê ve ji Cizîrê bên şandin, divê pêşî destûrê ji qeymeqamtiyê bê xwestin û paşê bê şandin.