Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye 2023-02-10 16:27:15 HATAY - Hat diyarkirin ku li Hatayê pêdivî bi kon, potikên pitik û extiyaran, pedên jinan û dermanan heye.    Li Hatayê ku bandoreke pir mezin ji erdhejên Mereşê girt, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Welatiyên li bajêr bi alîakriyên ku digihên bajêr debara xwe dikin. Alîkarî gihîştine qismek navenda Hatayê, lê hat ragihandin ku heya niha alîkarî negihîştiye Taxa Elektrîkê, navçeya Samndag, Armûtlû û Harbiyeyê.    Hat diyarkirin ku li Hatayê û navçeyên wê pêdivî bi alîkaeriyên wekî kon, potikên pitik û extiyaran, pedên jinan û dermanan heye.