Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin 2023-02-10 16:03:06 HATAY - Li 10 bajarên ku erdhej lê çêbûn, Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin. Navend dixwaze xwe ewilî bigihîne malbatên zarokan û paşê jî ji bo wan qadên bi ewle ava bike.    Li Mereş û Dîlokê ku navendên erdhejê ne li 10 bajaran karesata erdhejê çêbû. Li gorî amarên dawî û fermî herî kêm 18 hezar û 342 kes jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de herî zêde zarok şerpeze bûne û bandorek neyînî li ser wan bûye. Zarokên di nava kavilan de digerin bi cenaze û dengên ambulansan re rûbirû dimînin. Li gorî daneyên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî herî kêm 162 zarok di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran zarok li nexweşxaneyan tên tedawîkirin û bi sedan zarok jî sêwî mane.    Gelek malbat xwe nagihînin zarokên xwe. Dilxwazên li herêmên erdhejê ku ji bo zarokan xebat bi rê ve dibin, Navenda Koordînasyona Zarokan ava kirin. Di nava vê Navendê de derûnnas, parêzvanên mafên mirovan, xebatkarên tenduristiyê, perwerdekar û parêzer hene. Navend wê ewil malbatên zarokan tespît bike û zarokan bigihîne wan û paşê jî li ser rewşa derûnî ya zarokan xebatan bimeşîne.    DÊ BIRÎNÊN ZAROKAN BIPÊÇIN    Ji avakar û dilxwazên Navenda Koordînasyona Zarokan derûnnas Hatîce Goz li ser armanca avakirina Navendê axivî. Gok anî ziman ku wan di erdhejên berê de jî bi 200 dilxwazî re xebat kirine û got: “Em ê li herêmên erdhejê zarokên bêkes ango sêwî mane û zarokên winda tespît bikin. Em ê hewcedariyên zarokan bikin wezîfeya xwe ya sereke. Em ê malbatên zarokan bibînin û wan bigihînin hev. Me dabeşiya kar kiriye. Her komek me wê bi karekî ve eleqedar bibe. Di warê zarokên winda de gelek agahî ji me re tên. Hevalên me agahiyên ku ji herêmên erdhejê tên dê bi qeydên nexweşxaneyan re rûber bikin. Paşê bi qasî ku mimkin be wê xwe bigihînin malbatên wan. Em ê hewl bidin ji bêkesî, birîn û şerpezetiya zarokan re bibin derman.”    MA / Tolga Güney