AFAD a kavil ranekir, bexş xwest! 2023-02-10 15:47:16   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’a ku ji bo mudaxileya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji erdhejê bi bandor bûn dereng ma, li ser e-dewletê bexş xwest.    Di erdhejên ku navenda wê Mereş û di 6’ê sibatê de çêbûn de li 10 bajaran hilweşîn çêbûn. Ji roja ewil heta niha AFAD hem di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de hem jî di xebatên alîkariyan de kêm ma. Ji ber mudaxileya kêm û netêrker a AFAD’ê ya li herêmê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan û tevî ku roja 5’ane jî hêj gelek kes di bin enkazê de nehatine derxistin.    AFAD a di navenda nîqaşan de ye, li şûna ku giranahiyê bide xebatên xwe li ser e-devletê kampanyaya bexşê hate destpêkirin.    Peyama AFAD’ê wiha ye: “Ji bo ku tu jî ji hemwelatiyên me yên ji erdhejê bandor bûne bibî alîkar li ser e-dewletê dikarî piştgiriyê bidî kampanyaya bexşê ya erdhejê ya AFAD’ê.”