Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene 2023-02-10 15:44:15   SEMSÛR - Piştî erdhejê Taxa Çatdere ya Semsûrê terkî qedera xwe hatine kirin. Gel hewl dide li gorî derfetên xwe, xwe bigihîne kesên di bin kavilan de.    Li tax û gundên Semsûrê gel hewl dide li gorî derfetên xwe birînên xwe bicebirîne. Bajarokê Balyanê ku 18 kîlometreyan dûrî navenda bajar e, 260 avahî hilweşiyan. Nifûsa bajarokê hezar û 700 e. Ji 2 taxên navendî yên bajarokjê û 4 taxên çoltarê bi tiştî 72 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gel kesên li navenda bajar jiyana xwe ji dest dane, bi giştî cenazeyên 102 kesan li goristana bajarokê hatin definkirin.    MIROV TERKÎ QEDERA XWE HATIN KIRIN    Ji roja ewil a erdhejê heta niha ne Walîtiya Semsûrê û ne jî AFAD’ê qet pirsa Taxa Çatdere ya bajarokê nepirsiya û terkî qedera xwe hatiye kirin. Rê xera bûne û kevir ketine ser rêyan lewma jî tu kesî xwe negihandiyê. Di roja ewil a erdhejê de cenazeyek û birîndarek bi helîkopterê hatin derxistin. Bi ser erdhejê re 5 roj derbas bûn lê heta niha tu alîkarî negihiştine taxê.    102 KES HATIN DEFINKIRIN   Şaredarê Balyanê Abuzer Aydin da zanîn ku li navenda bajarokê 280 mal hebûn û ji van malan 260 jê hilweşiyan e. Aydin, diyar kir ku ji 20 malên hêjta nehilweşiyayîn 10 jê xesar gihiştiyê û rewşa 10’ên din jî baş nîne ku gel bikevê. Aydin, bi domdarî ev agahî dan: “Heta niha 72 kesên di bin kavilan de mayîn jiyana xwe ji dest dan. Di roja erdhejê de 30 mêvan an jî xwendekarên li navenda Semsûrê jiyana xwe ji dest dan. Heta niha cenazeyên 102 kesan li goristana bajarokê hatine definkirin.”    EV 5 ROJ IN XWE NAGIHÎNIN GUND   Aydin, destnîşan kir ku li gel 6 taxên bajarokê, her wiha li Taxa Navendî û Taxa Karaçaliyê jî hilweşîneke mezin çêbûye û wiha domand: “Bi taybet jî em nikarin xwe bigihînin Taxa Çadereyê. Rêya di navbera bajarok û taxê de xera bûye. Heta niha jî tu alîkarî negihiştine taxê. Cenazeyekê li taxê û birîndarekê ku dê ji serma biqerisiya, bi helîkopterê ji wir derxistin. Ji bo vekirina rêya taxê niha 4 makîneyên kar dixebitin. Me du roj berê karî xwe bigihînin taxên Çîmenke û Încekumê.”   NE WALÎTIYÊ NE JÎ AFAD’Ê PIRSIYA    Di berdewamê de Aydin got ku piştî erdhejê tu kes bi alîkariya wan nehatiye û wiha pê de çû: “Di roja erdhejê de tenê komeke alîkariyê ya ji 12 kesan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hat. Rayedarekê leşkerî yê ku di demên berê de li vir hatibû peywirdarkirin, di roja erdhejê de hate vê derê û alîkarî da. Lê ne ji walîtiyê û ne jî ji AFAD’ê tu kes nehate vê derê. Li vir çi bûye çi nebûye, tu kes pirsa wê jî nake. Em li bendê ne ku êdî hinek kes bên vêderê.”      JI BO 260 MALAN 45 KON HATIN DAYÎN   Bi domdarî Aydin destnîşan kir ku bajarokê wan li quntarê çiyê hatiye avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Şert û mercên hewa pir giran in. Di roja erdhejê de şepe dihat, bager hebû û sermayeke pir dijwar hebû. Heta di nava rojê de jî germahî di bin sifirê de bû û tevahiya şêniyên taxê hêj li derve ne. Pêdiviya me pir zêde bi konan heye. 260 avahiyên bajarokê me hilweşiyan û heta niha tenê 45 kon hatine şandin. Li gel vê, ji bo ku şewbên piştî karesatan li vir jî dest pê neke hewcehî bi alavên paqijiyê heye.”    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal