Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye 2023-02-10 15:05:58 AMED - Endamên TJA’yê ku piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ji keliya ewil ve li qadan e û ji bo zarok û jinan xebatan dimeşînin, diyar kirin ku bi lezgînî bîberon, mama, ped û malzemeyên paqijiyê lazim in.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji kêliya ewil a erdheja navenda wê Mereş û bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn ve li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê li qadan ji bo jin û zarokan dixebitin. Aktivîsta TJA’yê Emîne Kaya, diyar kir ku kesên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne jin û zarok in û bang kir ku bi lezgînî biberon, mama, ped û cil lazim in.    ‘HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK BANDOR DIBIN’   Kaya, bal kişand ku weke şer di bobelatên xwezayî de jî beşa herî zêde mexdûr dibin jin û zarok in û wiha got: “Em ji vir careke din dubare dikin, divê ewilî alîkariya Mereş, Dîlok û Semsûrê bê kirin. Hêj ewqas avahiyên ku mudaxile lê nehatine kirin hene ku rewş gelek xeter e. Di dîmenan de hemû hene. Koordînasyona AFAD’ê kêm e divê hejmar were zêdekirin. 5 roj çêbûn hêj cihên mudaxile lê nehatine kirin hene. Mirovên li wir sax hene û birçî û tî ne.   ŞERTÊN PAQIJIYÊ KÊM IN    Qasî ku me şopandiye kon kêm in, di her konî de 4-5 malbat dimînin. Cihekî hijyenîk nîne. Sobejî têr nakin. Ji ber şert û mercên hewayî kon di nava heriyê de hatine danîn û ev ji bo zarokan bê tendurist e. Ji bo zarokan betanî lazim in.”   ‘PED Û BÎBERON NÎNIN’   Kaya, da zanîn ku gelek pêdiviyên jinên di bin kavilan de hatine xelaskirin hene û got: “Pêdiviyên  herî bingehîn ên jinan, ped, malzemeyên paqijiyê, bincil, mont, betaniye, ji bo zarokan mam û bîberon in. Duh gelek mama hatin şandin lê biberon tune bûn. Ji bo bîberonan banga me heye, gelek pêdivî hene. Em weke jin ji bo zarok û jinan tişta ji destê me tê dikin. Heke jinên li wir derve bimînin wê wijdana me rehet nebe.”