Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir 2023-02-10 15:04:21 AMED - Rojnameya Xwebûnê diyar kir ku wan şahiya xwe ya şeva piştevaniyê betal kiriye û ew piştevaniya ku gihandine hev dê ji mexdûrên erdhejê re bişînin.    Rojnameya Xwebûnê şahiya ku dê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li dar bixista ji ber karesata erdhejê betal kir. Piştigiriya ku heta niha ji bo rojnameya me kom bûye jî ew ê ji mexdûrên erdhejê re bişînin. Xwebûnê sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest  û got: "Em ji bo mexdûrên birîndar re jî şifa xêrê dixwazin. Em hêvî dikin ku bi piştgireke xurt van rojên xedar zû derbas bibin."