Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye 2023-02-10 13:32:04 SEMSÛR - Mehmet Şahîn ku ji Îzmîrê ji bo xizmên xwe yên di bin kavilan de çû Semsûrê, diyar kir ku koordînasyona li bajêr kêm e û got ku rayedar ne ji bo rizgarkirinê, ji bo rakirina kavilan hatine.    Li Semsûrê hê jî gelek kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne. Tê diyarkirin ku heya niha li bajêr bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û hê jî hin welatiyên di bin kavilan de sax in. Li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi piranî ji aliyê tîmên pispor ên ji welatên biyanî ve hatine û ji aliyê madenvan û dilxwazan ve tên kirin.    Li Taxa Yeniyê sîteya Dokûkentê ya ji 6 blokan û her blokek ji 6 qatan pêk tê hilweşiyaye, bi temamî bûye kavil. Sê rojên ewil welatiyan bi derfetên xwe hin welatî bi saxî rizgarkirin û tê gotin ku gelek welatî hê jî di bin kavilan de ne. Parêzer Mehmet Şahîn ku xizmên wî di bin kavilan de ne, ji bo xizmên xwe ji Îzmîrê hatiye bajêr.    SÊ ROJ IN NAGIHÊN RAYEDARAN    Şahîn anî ziman ku hemû kesên di avahiyê de ya ku xizmên wî tê de diman hemû di bin kavilan de mane û got: "Xebatên rizgarkirinê tune ne. Tenê ji bo rakirina kavilan hatine. Sê roj in me xwe negihand rayedaran. Niha em hewl didin cenazeyên xwe bibînin. Em cenazeyên xwe berhev dikin. Em perîşan bûne. Xezûrê min ew di bin kavilan de ne. Kesên di apartmanê de hemû xizmên min bûn. Niha kavilan radikin. Li vir bi giştî 6 blok hebûn. Hemû hilweşiyan."    ‘KOORDÎNASYON LI BAJÊR TUNE YE'   Şahîn da zanîn ku li bajêr pêdivî bi kon û sobeyan heye û got: "Hêwirandin pirsgirêkeke pir cidî ye û nehatiye çareserkirin. Sê rojên ewil xebat tune bûn. Gel bi derfetên xwe hin tişt kirin. Niha ji bo rakirian kavilan hatine. Sê rojên ewil tu xebatên rizgarkirinê tune bûn. Me ew bi derfetên xwe xelas kirin. Li tu devera Semsûrê xebatên rizgarkirinê nehatin kirin. Hindik heye, lê pir kêm e. Ev erdhej û erdheja Îzmîrê nayê berawirdkirin. Semsûrê tune bûye.Di warê hatin û derketian bajêr de jî prisgriêk hene. Li bajêr koordînasyon tune ye. Ji Yozgatê hevalekî parêzer telefon kir ji bo alîakriyê bişîne, lê kesekî ku xwe bigihînê ûm alîkariyan bişîne tune ye. Li vir pirsgirkeke cidî ya koordînasyonê heye."    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin