Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir 2023-02-10 13:07:44 MEREŞ - Nûçegihanê me Abdurrahman Gok ê li Mereşê geşedanên têkildarî erdhejê ji roja ewil ve dişopîne qezaya trafîkê derbas kir û bi sivîkî birîndar bû.    Ji nûçegihanê ajansa me Abdurrahma Gok ji roja ewil ve li navenda erdhejê li Bazarcixa Mereşê geşedanên têkildarî karesatê dişopîne û ji raya giştî re radigihîne, qezaya trafîkê derbas kir. Abdurrahman Gok bi wesayîta ku diajot dema diçû gundên ku agahî ji wan nayê girtin, di rê de li kevirên ji ber erdhejê ketine ser rê qelibî û qezaya trafîkê rûda.    Welatiyên mexdûrên erdhejê yên li derdorê diyar kirin ku kevir ji ber erdhejê ketine ser rê û li gel wan rayedaran hişyar kiriye jî kesî nehatiye ranekiriye.    Gok ê bi sivîkî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.