Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin 2023-02-10 12:44:10   SEMSÛR - Di erdhejê de nîviya bajarokê Yaylakonakê ku nifûsa wê hezar û 700 kes e rûxiya. Kesên ji erdhejê sax derketin bi derfetên xwe kavil rakirin û cenazeyên 102 kesan defin kirin.    Di encama erdhejê de Semsûr wêran bû û hêj gelek deverên çoltarê wê hene ku kesekî xwe negihandiyê. Yek ji navendên çoltarê yên girêdayî navendê jî bajarokê Yaylakonakê ye ku nifûsa wê hezar û 700 kes in. Di encama erdhejê de nîviya bajarokê rûxiyaye. Taxa Karaçali ya bajarokê jî bi temamî rûxiyaye. Şêniyên bajarokê dan zanîn ku heta niha nêzî 102 cenaze bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistine û defin kirine. Şêniyan got ku destwerdana ewilî wan bi xwe kirine û li bajarokê nêzî 220 avahî hilweşiyan e.    MA / Omer Akın