162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin 2023-02-10 12:37:16   ENQERE - Wezareta Xizmetê ya Malbat û Civakê, daxuyand ku 162 zarokên ku refeqatvanên wan tune ne ji bin kavilan hatine derxistin.   Wezareta Xizmetê ya Malbat û Civakê, daxuyand ku piştî erdheja navenda wê Mereş, ji bin kavilan 162 zarokên ku refeqatvanên wan tune ne hatine derxistin û hatine dermankirin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 101 zarok piştî dermankirinê li saziyên girêdayî wezaretê hatine bicihkirin û 18 zarok jî teslîmî malbatên wan hatine kirin.