Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne! 2023-02-10 11:37:44 MEREŞ - Li navçeya Sergolanê herî zêde hilweşandin li taxa Cumhuriyetê çêbûye. Welatiyên ku bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin, kesên ji bin kavilan derxistine ji qerisandinê jiyana xwe ji dest dane.  Yek ji navçeyên ku karesata erdhejê bandorek mezin lê kiriye navçeya Sergolan a Semsûrê ye. Ev navçe nêzî 50 kîlometre dûrî navçeya Bazarcixê ye. Du rojên ewil tu xebata lêgerîn û rizgarkirinê lê nehatibû destpêkirin. Ji roja pêncşemê şûn ve tîmên rizgarkirinê li ser kavilan dest bi xebatê kirin. Li taxa Cumhuriyetê ya Sergolanê hilweşandinek mezin çêbûye. Li taxa Hurriyetê jî beşek taxê bi temamî hilweşiyaye. Em tevahiya rojê li navçeyê geriyan. Li taxa Mîmar Sînanê jî beşek mezin a avahiyan tiştek jê nebûye.    KON KÊM IN    Kêliya em li kolanên navçeyê digeriyan, jinek mexdûra erdhejê derket pêşiya me û xwest demildest kon ji bo wan bê dayîn. Jinek ku mala wê li taxa Cumhuriyetê hilweşiyaye û bi birîndariyek sivik ji erdhejê rizgar bûye, destnîşan kir ku avahiya wan a 6 qatî hilweşiyaye û tevî vê yekê jî rizgar bûye û wiha got: “Mala me li qata 5an bû. Mala me, wesayîta me, warina me her tiştê me çû. Cihek ku em ê lê bi hêwirin tune ye. Min ji şaredar jî xwest lê hê çar roj derbas bûn hê jî konek nedane me.”    Me li hin deverên navçeyê dît ku AFAD’ê kon daye hin welatiyan. Rayedaran da zanîn ku gelek kon hatine navçeyê û belavkirina wan didome û ji bo konbajar jî xebat bi dawî bûye.    EWILÎ HEVJÎNÊ WÊ, PAŞÊ JÎ EW DERDIKEVE Û LAWÊ WÊ DERNAKEVE   Li taxa Cumhuriyetê kêliya ku me dîmenên karesatê digirtin jinek ku me navê wê jê pirsî wiha got: “Li taxa Cumhuriyetê dîmenên wiha gelek in. Ev avahiya me ye. Mala me hilweşiya. Di vê avahiyê de 3 kesan canê xwe ji dest da. Em sax derketin. Ewilî hevjînê min derket û piştî sê saetan jî em derketin. Lê me lawek xwe dernexist. Me lawê min Mehmet Efe Atilgan piştî 8 saetan mirî derxist. Em bêçare ne û em nizanin em ê çi bikin.”    QERISÎNE Û CANÊ XWE JI DEST DANE    Li tevahiya kolanan heman manzere heye. Welatiyê bi navê Adem Boncuklu ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez di vê avahiyê de bûm. Em li qata herî jor bûn. Avahî bi dengek bilind hilweşya û em di bin kavil de man. Cîran û xizman me derxist. Bi qasî kut ê bîra min dayika min Reyhan sax bû. Beriya min wê xelas kirin. Piştî saetekê jiyana xwe ji dest da. Bavê min Osman jî jiyana xwe ji dest da. Birayê min jî di bin kavil de bû û ji ber seqemê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku tîmên rizgakirinê nehetin û me hewl da bi derfetên xwe derxin, lê qeweta me negihîştê û lewma jiyana xwe ji dest da. Me xwe gihandê lê me nikaribû wî derxin. Leşker û AFAD hatin lê dereng hatin. Cenazeyên 7 kesan ji avahiya me derxistin. Pozê wî jî xwîn nebûbû. Ji ber sermaye seqem girtibû û canê xwe ji dest dabû. Cîranên me jiyana xwe ji dest dan.”    Li gelek kolanên navçeyê erd qelişiye û welatî dibêjin avê divîsîkand û ew gelek tirsiyan e. Welatiyan anî ziman ku berê ev der hemû av bûye û binê navçeyê av e û navçe navê xwe ji golê digire.    CENAZEYAN DERDIXIN    Li cem Pastexaneya Ozdemîr û du avahiyên li kêlekê li ser kavilên avahiyan xebat berdewam dike. Em li vir dibin şahidê derxistina cenazeyekî. Tîmên rizgarkirinê xebata xwe didomînin û tê gotin 5 kes di bin kavilan de ne û tu deng ji wan nayê û lewma xebat didomin. Gelek avahî li devera pastexaneyê bi temamî hilweşiyane.    KES NEÇÛYE GUNDAN    Welatiyên navçeyên dîtin ku em rojnamevan in hatin cem me û gazin kirin û gotin bi awayekî ku têra wan bike kon li wan nehatine belavkirin. Hin welatiyan da zanîn ku malbatên xwe şandine gundan. Dema me rewşa gundan pirsiya wiha gotin: “Hûn li vir çi dibînin, heman manzere li gundan jî heye. Lê mixabin heta niha tu kes neçûye gund. Hewcedariya mirovan herî zêde bi konan heye û divê demildest konan bigihînin gundan.”    Pişt re em derbasî taxa Mîmar Sînanê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê lê ye dibin. Gelek avahiyên li taxê li şûna xwe mane lê belê xesar dîtine. Yên ku kon li wan hatine belavkirin di bin konan de ne, yên bêkon jî li nêzî malên xwe baraqe çêkirine û lê dimînin. Avahiya nexweşxaneyê jî li ser pêya maye lê xizmet li hewşa nexweşxaneyê di konên hatine vedan de tê dayîn.    MA / Abrurrahman Gok - Azad Altay