‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’ 2023-02-10 11:26:34   ENQERE - HDK’ê û HDP’ê diyar kir ku penaber ji xizanî, kaos û erdhejan ne berpirsyar in û bang kirin ku dawî li nijadperestiyê bê anîn û di nava gelan de piştevanî bê hunandin.    Meclîsa Koç û Penaberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî penaberên li herêmên erdhejê daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniya bi serenavê “Karesat cihêkariyê naxe navbera gelan, roj roja hevgirtinê ye” de bal hat kişandin ku li 10 bajaran karesateke mezin rû daye û hîn jî asta erdhejê nayê zanîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû gelên tên tepisandin bêyî ziman, ol û nîjad ji hev cihê bikin ketine bin bandora karesatên xwezayî û hat destnîşankirin ku li cihên ku hikumet tedbîran nagirin her kes zirarê dibîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku penaber ji xizanî, kaos û erdhejan ne berpirsyar in û bang hate kirin ku dawî li nijadperestiyê bê anîn û di nava gelan de piştevanî bê hunandin.